Ji kesî tiştek nepan û mala şînê bixwe çê kirin 2018-12-20 09:12:46   WAN - Jinên Gundê Sagmali ya Jorîn diyar kirin ku mala şînê ya ku hewcedariya wan jê hebû bêyî ji kesî tiştekî bipên bi hev re çê kirin. Jina bi navê Soylemez Çîçekçî diyar kir ku her jinekê ji sobeyê bigire heta xaliyên wê her tişt bixwe anîne û diyar kir ku wê bi hev re gelek tiştî bikin û her tişt bi jinan xweş e.   Li navçeya Ebex a Wanê piştî qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê bû şûnde hemû projeyên ji bo gundan hatibûn amadekirin nîvco man. Lê jinan hewcedariyên xwe bi awayekî komûnal pêk anîn. Jinên gundê li Sagmali ya Jorîn mala şînê çê kirin.    ‘Me biryara çêkirina mala şînê da’   Jina bi navê Soylemez Çîçekçî daxuyakirin ku li gund ji bo hewcedariyên din ên jinan xebat meşandine û wiha got: "Li gundê me gelek kêmasî hene. Projeyên me piştî qeyûm nîvco man. Ji ber vê me jinan mala şînê bi hevkarî çê kir. Me kevirên mala ku hilweşyabû bi hev da alî û me mala şînê ava kir. Ev du meh e çêkirina wê didome. Me kevir bi hev re dan alî û beton amade kir. Me firçe, boyax û alavên înşaatê bi jinan re girt. Lê sîwana wê mêran çê kir. Her jinekê jî tiştek anî. Yekê sobe, yekê xalî anî. Em ê jin hîna gelek tiştî li gund çê bikin."