Dayika 3 girtiyan Emîne: Em tu carî dest ji doza xwe bernadin 2018-12-15 09:02:36   ŞIRNEX - Emîne Okmen ku 7 mehan di girtîgehê de ma û bi salan ji bo dîtina 3 kurên xwe girtîgeha ku neçûyê nemaye diyar kir ku li dijî binpêkirina mafan û zextan divê ji bo girtiyan piştgirî bê dayîn.   Ji ber ku çareseriya pirsgirêka kurd bi zext û girtin, binçavkirinan hat çewisandin li herêmê ji her malbatê teqez endamek ketiye girtîgehê û her kesî ji vê para xwe girtiye. Emîne Okmen ya ji Şirnexê, hem bixwe ket girtîgehê û hem jî bi salan li benda 3 kurên xwe yê di girtîgehê de ma, ew bi xwe jî 7 mehan di girtîgehê de ma û bi salan ji bo dîtina 3 kurên xwe girtîgeha ku neçûyê nemaye diyar kir ku divê li dijî binpêkirina mafan û zextan ji bo girtiyan piştgirî bê dayîn.   7 mehan di girtîgehê de ma   Emîne bi salan ji bo dîtina 3 kurê xwe çû girtîgehan. Emîne wiha dibêje: “ Kurekî min 10 sal û 6 mehan, yê din jî 7 meh, yê din jî 7 sal û 6 mehan ma. Ez jî di salên borî de hatim girtin. Kurên min li girtîgehên cuda man. Heta ez diçûm cem wan min ezyetê mezin dikşand. Wan jî bi salan gelek tişt kişandin. Ji xwe dema mirov dikevin girtîgehê mirov fêm dikin çawa ye. Ez jî kurê min jî bê sûc di girtîgehan de man. Zarokên min bi salan di girtîgehan de man.”   ‘Divê em bêdeng nemînin’   Emîneyê destnîşan kir ku hemû girtiyên din jî wek zarokên wê ji bo mafên xwe xwestine hatine girtin û ev tişt bi lêv kir: “Kurê min yê 10 salan di girtîgehê de ma beyî delîl hat girtin. Yên din jî wisa bûn. Ez ji ber çûm Iraqê, hatim girtin. Tu sûcê me tunebû. Me tiştekî şaş nekir. Çi dibe bila bibe em dest ji doza xwe bernandin."   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser binpêkirin, zext û îşkencên li girtîgeha tên jiyîn û ev tişt anî ziman: “Ev zext ji bo bêdengkirinê tên kirin. Lê divê em li derve bibin dengê wan. Divê em li dijî îşkenceyê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin berxwedana wan.”