Qeyûmê Amedê jina makûl xêz kir 2018-12-13 09:24:52   AMED - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû şûnde li navçeyê feraseta ximzeta zayendperest jî ket dewrê. Li wesayîtên çopa bajar kom dikin, wêneyên jina ku di destê wê de paçê paqijiyê heye hatine zeliqandin û weke ku tenê jin paqijiyê dikin nîşan didin.   Li wesayîtên çopê yên bajar yên di xizmeta Midûriyeta Karê Paqijiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, wêneyên jinên paqijiyê dikin hatin zeliqandin û vê jî carek din rolên li jinan hatine danîn bi bîr xist.   Piştî qeyûm hatin saziyên jinan an hatin girtin an jî veguhertin qadên xizmetên cuda. Xebatkarên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatî û Jinê piştî qeyûm hat ji kar hatin derxistin û 10 navendên jinan jî faaliyetên wan hatin sekinandin. Di heman demê de Xeta Alo Şîdet jî teslîmî mêran hat kirin. Qeyûmê tayînê şaredariya Bismilê bû jî Navenda Jinan a Nûjîn veguhert Daîreya Mehrbirînê. Bazarên Taxê yên Jinan jî bê bandor hatin hiştin.   Di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de êrîşên li hember jinan kêm nebûn. Jinan li hember her gotinê dengê xwe bilind kirin û desthilatdariyê jî li dijî destkeftiyên jinan êrîş xistin meriyetê. Wezîrê tenduristiyê Mehmet Muezînoglu di 2’ê Çileyê 2015’an de çûbû serdana malbatekê û wiha gotibû: “Dayik ji bilî rola dayiktiyê divê tiştekî din negirin navenda xwe. Divê nifşên baş bigihînin’. Ev gotin hîna di hişan de ye. Serokomar Tayyîp Erdogan jî di her derfetê de gotina ‘herî kêm sê zarok’ anî ziman.Ev nêzîkatiya ku tenê cihê jinê malê û karê malê dibîne, karên bêewle, bêpergal hêjayî jinan dibîne.    Piştî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû şûnde li navçeyê feraseta ximzeta zayendperest jî ket dewrê. Li wesayîtên çopa bajar kom dikin, wêneyên jina ku di destê wê de paçê paqijiyê heye hatine zeliqandin û weke ku tenê jin paqijiyê dikin nîşan didin.