‘Di 1994’an de cara duyem 38 dan jiyîn’ 2018-12-11 09:14:05   DÊRSÎM - Dîlîf Guler diyar kir ku li Xozatê di 1994’an de bi zor ji gundên wan hatine derxistin û wiha got: “Kal û pîrên me 38 jiya bûn. Piştre di sala 1994’an de carek din 38 hat jiyîn.”   Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî Dêrsîmê didomin û piştî 38’an, dema herî bi zext ya hat jiyîn di salên 90’î de hatin jiyîn û bi hezaran gund hatin valakirin. Yek ji van gundan jî gundê Zankîrek a Xozatê bû. Dîlîf Guler a wê demê neçar ma koç bike û her wiha ji gundê Govuçler jî Fecîre Yildiz ku gundê xwe terk nekir salên 1994’î vegotin.   ‘Em ji ber zextan neçar man derkevin’   Dîlîfê destnîşan kir ku bi hinceta operasyonên leşkerî gundê wan hatine valakirin û wiha pê de çû: “Me zarok û canê xwe bi zor xilas kir. Wê demê bi hezaran kes neçar man koç bikin. Em li bajar rastî asîmîlasyona çandî hatin. Zarokên me zimanê xwe ji bîr kirin. Em çûn gundê kesên din. Piştre em çûn gundê nêzî gundê me Govuçler. Em 10 sala li wir man.Di çarçoveya projeya vegera gundan de em dîsa hatin gundê xwe. Piştre em çûn gundekî nêzî gundê me yê nehatibû valakirin. Li wir jî zext hebûn. Sewalên me dihatin bombebarankirin. Leşkeran li zarokên me dixistin.”   ‘Dîsa 38 hat jiyîn’   Dîlîfê bi lêv kir ku Dêrsîmî bi hesreta axa xwe jiyane û ev tişt vegot: “ Gelek kesî xizanî kişand, hesret kişand. Dixwestin cenazeyên xwe bînin lê ji ber xizaniyê nikaribûn bînin. Hinek kal û pîrên me 38 dîtibûn. Piştî 94’an carek din 38 jiyan.” Fecîre ku ji bo gund terk neke berxwe da wiha got: “Gotin divê gund terk bikin. Lê me got ‘hûn me bikujin jî em terk nakin’. Ji ber em ji gund derneketin, em birin qerekolê. Sewalên me li daristanê man. Min çû sewal ji daristanê kom kirin. Em rastî heqeretan hatin. Zarokên me birçî man. Yên koç kirin, çûn. Kal û pîrên me ev der terk nekirin.”