Dayikek ku şîna wê neqedyaye: Piştgiriyê bidin em hesab bipirsin 2018-12-10 09:10:39   MÊRDÎN - Xwişk û birayên hev Havîn û Fatîh Guneş li Nisêbînê ku li baxçê mala xwe dilîstin, di encama teqîna madeyekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Dayika wan Derya Guneş ev du sale şîn girêdaye. Derya ji wê rojê şûnde xwe li cilên reş pêça û diyar kir ku wan di lêgerîna maf de ji kesî piştgirî negirtine û daxwaza piştgiriyê kir ku ji berpirsan hesab bipirsin.   Di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de bermahiyên çekên giran ên hatibûn bikaranîn, niha dibin sedema jiyana zarokan. Di 31’ê Adara 2017’an de li Taxa Abdulkadîr Paşa, zarokên bi navê Havîn (3) û Fatîh (5) salî dema li baxçeyê mala xwe dilîstin di encama teqîna madeyekê de bi giranî birîndar bûn. Her du zarokan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan Derya Guneş, ji wê rojê şûnde reş li xwe kir û şîna bêdawî kişand. Ji ber lêpirsîna bûyera ku tê de du zarokên xwe winda kir, qet pêş neket.   Ji bo hemû dosyayan heman hincet: Dosya zêde ne   Piştî bûyerê malbatê serlêdana sûc kir û piştre lêpirsîn hat destpêkirin. Di dosyayê de ji bilî raporên otopsiyê, cih nedan tu delîlê. Tevî di ser bûyerê de evqas dem derbas bû jî hîna îdianame nehatiye amadekirin. Malbatê diyar kir ku dozger bi hinceta ‘dosya zêde ne em nikarin lê binêrin’ her tim taloq dike.   ‘Me parçeyên zarokan kom kir’   Malbatê diyar kir ku bûyer wek di çapemeniyê der derketiye ne li kolanê, li baxçeyê mala wan hatiye jiyîn û wiha gotin “Bûyer li baxçe hat jiyîn. Her tişt di 3 deqeyan de pêk hat. Me fêm nekir çi bûye. Ji dayika xwe re gotin ‘em diçin baxçe’. 3 deqe şûnde deng hat. Me got belkî deng ji cihê pevçûnê hatiye. Lê em derketin ku li baxçe teqyaye. Bedena zarokan parçe bûbû. Piştî bûyerê em carek din neçûn wî alî. Me bi keviran ew der girt.”   ‘Piştgiriyê bidin em hesab bipirsin’   Deryayê bi lêv kir ku ji wê rojê şûnde derneketiye baxçe û cilên zarokên xwe hemû veşartine. Derya rojnameya ku bûyer tê de hatiye nivîsin jî ev du sal e veşartiye, her roj diçe ser gora zarokên xwe û cilên rewş li xwe dike. Derya wiha dibêje: “Ji roja zarokên min jiyana xwe ji dest dan heta niha ez reş li xwe dikim. Her pêncşem ji bo min cuda ye. Heman saetê heman dengê teqînê dibihîzim. Ez nizam tiştên di dilê xwe de çawa bêjim. Lê tiştên min jiya bila tu dayik nejîn. Bila dijminê min nejî. Kê dilê min şewitand bila yên wan jî bişewite. Her kesî zarokên min ji bîr kir lê ez ê heta dawî li mafên wan bigerim. Me heta îro piştgiriya kesî nedît. Ev du sal e kes li cem me tune ye. Bila piştgiriyê bidin me, bila kujerên zarokên min cezayê xwe bikşînin.”