Qeyûm kevirên parke rakirin tax di nava heriyê de ma 2018-12-05 09:05:43   ŞIRNEX - Kevirên Parke ku li Taxa Cûdî ya Cizîrê li kolana Gulenê hatin raxistin, li aliyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin ve hatin rakirin. Welatî ji ber barana ku bariya û herî çêbû bi dîwarên kêleka kolanê digirin û derbas dibin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema qedexeya kolanan de li taxa cudiyê ku zerar dîtibûn li kolana Gulenê ji aliyê şaredariyê ve kevirên parke hatibûn raxistin . Lê ji aliyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin ve bi hinceta ku ew ê asfat bikin kevirên parke hatin rakirin. Ji ber ku li şûna kevirên berî bi mehekê hatin rakirin kevirên nûh nehatin bicihkirin û asfalt jî nehat kirin her ku baran dibare kolan di nav heriyê de dimîne û wletî dema ku ji kolanê derbas dibin xwe bi dîwaran digirin û derbas dibin."   'Her kesê ku derbas dibe di heriyê de dimîne'   Welatiyekî ku got bi xebatên ku qeyûm dike jiyanê vediguherîne îşkenceyê wiha got: "Qeyûm em perîşan kirin. Gotin em ê asfalt bikin û kevirên parke rakirin. Lê cihê tê asfaltkirin dûrî vir e. Ger ku wiha bû çiam kevir rakirin. Ev mehek em vî eziyetî dikişînin. Berî ku çile bê em di vê rewşê de ne. Em ê çile çi bikin? Wesayit jî dema derbas dibin hêdî derbas dibin ji ber heriyê. Zarok ji ber heriyê nikarin derkevin derve."