Zarokatiya wê û mafê dermankirina zaroka wê ji dest hat girtin 2018-12-03 09:05:18   WAN - Jina bi navê C.D. di temenê biçûk de hat zewicandin û di ducaniyê de qet nebirin nexweşxanê, zaroka wê astengdar hat dinê. Ji ber astengiyên malbat û hevjînê wê, zarokê ji bo dermankirinê dereng ma. C. wiha got: “Destur nedan ez keça xwe derman bikim. Ji ber wan keça min rehet nebû.”   NY’ê ji sala 1992’an heta niha 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê qebûl kiriye. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) nivûsa zarokan a li Tirkiyeyê 22 mîlyon 883 hezar 288 e. Nêzî 600 hezar zarok astengdarin. Li gorî daneyên MEB’ê nîvê astengdaran jî xwendin û nivîsandina wan tune. Ji van zarokan 330 hezar hewcedariya wan bi perwerda taybet heye.   C. D. di 16 saliya wê de bi zor hatiye zewicandin û zaroka wê ya ewil astengdar tê dinê. C. wiha got: “Zarok di zikê min de astengdar bû. Zaroka min 9 mehan di zikê min de qet tevnegeryaye. Ez hîna zarok bûm ji xwe. Min jî nedizanî ez çi bikim. Min fêm nedikir. Min bi sezeryanê anî dinê. Zaroka min bû 5 mehî min nexweşiya wê ferq kir.”   C. wiha berdewam kir: “Bi mil û lingên wê de cudahî hebûn. Wê demê hemşîre dihatin malê aşî dikirin. Hemşîrê got zaroka xwe bibe nexweşxanê. Min bir ocaxa tenduristiyê. Ez li Tarsusê bûm. Doktor got bibe Nexweşxana Dewletê ya Mersînê. Doktorên wir jî gotin nexweşiya hestiyaye. Gotin divê 6 mehan carê derzî lê bên xistin. Lê malbata hevjînê min nehişt. Got ‘zarok ne nexweşe tu zêde dikî’.Min guh neda wan min du caran derzî lê xist. Heta 3 saliya wê rewşa wê girantir bû. Min bi alîkariya xwişka xwe li Stenbolê bir doktor. Doktor got ‘hun pir dereng mane, hestî bûne wek beton.’ Şandin Enqereyê 3 mehan li wir mam. Divê emelyet bibûya lê vê carê gotin bi rîske. Em vegeryan Wanê.Ez tenê bi zaroka xwe re eleqeder bûm. Hevjîn û malbata hevjînê min jî şîdeta psîkolojîk dikirin. Keça min niha 12 saliye. Yekane daxwaza min eve ku keça min baş bibe. Sedema wê hevjîn û malbata min e.”