Pîşeya ku kes cesaret nakin, lê jê kêfxweş in:Gasalî 2018-11-28 09:07:34   Gulîstan Azak   AMED - Jina bi navê Havva Kelekçîer ev 35 sal in li beşa ku mirî tên şuştin ‘gasilxanê’ miriyan dişo. Havva diyar dike ku kes cesaret nake vî karî bike, lê her kes ji vê pîşeyê kêfxweş e.   Gassal ên wek ‘miriyan dişon’ tên zanîn, beşek mezin a jiyana wan di ‘gasilxaneyan de’ bi şuştina miriyan derbas dibe. Gasal pîşeyek ku kes bi zû cesaret nake ye.Li gorî anketan ji sedî 99 pîşeyek ku her kes jê kêfxweşe ye.   Havva Kelekçîer a ku gasaliyê dike, zor û zehmetiyên pîşeya xwe vegot.   35 sal e cenazeyan dişo   Havva destpêkirina pîşeya xwe wiha vedibêje: “Pir kesên nêzî min gasalî dikirin. Hevjîn û pismamê min mele bûn. Dersên gasaliyê didan min. Min perwerdeya wê ji jinên gasal girt. Jinên gasal çawa diçûn gasilxaneyan ez jî dibirim. Min ewil alîkarî didan wan. Piştre ez hîn bûm û min dest bi şuştina cenazeyan kir. Rektorê Zanîngeha Dîcleyê gazî min kir ku ez li Fakulteya Tipê bixebitim. Min 5 salan li wir kar kir, piştre min li vir dest pê kir. Her kes nikare vî karî bike. Kes cesaret nake. Herî zêde pirsa ‘tu natirsî’ dikin. Dema mirov pîşeya min hîn dibin ewil ditirsin. Ez wan fêm dikim. Ji ber ewil ez jî ditirsiyam. Min tiştekî balkêş nedît heta niha. Mirov dema dijîn bi tevger in, dema dimrin ne bi tevger in.”   ‘Min di alî hestiyariyê de dide zorê’   Havvayê di berdewamiyê de anî ziman ku hinek cenaze wê hestiyar dikin û wiha got: “Pîşeyek zehmet e. Hinek cenaze piştî qezayan tên. Hinek jî piştî otopsiyê tên. Hinek bedena wan ne yek e. Beşên bedena wan kêm in. Ez dema dibînim gelek xemgîn dibim.Hele mirinên zarokan min gelek hestiyar dike. Pir caran ji derve dengê lorînên malbatan tên min. Ev min pir hestiyar dike. Em carna neçar dimînin ku cenazeyê xizmên xwe jî bişon. Ez wê demê pir xemgîn dibim.Divê teqez hinek kes vê pîşeyê îcra bike. Ez nekim divê yek din bike.”   ‘Paqijî pir girîng e’   Havva di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gasal beriya cenazeyan bişon divê di alî paqijiyê de hinek tedbîran bigirin. Cil û bergên vê hene. Lepik hene. maske hene. Ez hemûyan bikar tînim. Ez cil û bergên cenaze bêyî zirarê bidim bi meqesê dibirim. Piştre dişom û kefen dikim. Li Fakulta Tipê tevî israrên min sîgorta min ranezandin. 10 salan şûnde bêyî sedem min ji kar derxistin. Ez mexdûr kirin. Ji ber min piştgiriyek nedît, min doz jî venekir.”