Jinwar deriyên xwe di 25’ê Mijdarê de vedike 2018-11-23 09:14:45   Devrîm Arjîn Amed   DIRBESIYÊ - Jinwar ku ji aliyê jinên Bakurê Sûriyeyê û jinên enternasyonalîst ve hat avakirin, di 25’ê Mijdarê de deriyên xwe vedike. Jinwar ku bi jinên cîhanê re kelecanek mezin afirand, hedef dike ku ji bo jinan bibe cihekî bi ewle.   Di çarçoveya paradîgmaya civaka polîtîk û ahlaqî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, li herêma Cizîrê li nêzî bajarê Dirbesiyê bi pêşengiya Kongreya Star ji aliyê rêxistinên jinan ve di 25’ê Mijdara 2016’an de hîmê gundê Jinwar hat avêtin. Yekem gundê jinan Jinwar wê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan bê vekirin.   Çavê jinên cîhanê li Jinwar e   Gundê Jinwar ku ji aliyê rêxistinên jinan ên cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin, di avakirina wê de nêrîna gelek endezyar û rêxistinên jinan hat girtin û gund ji 30 xanî pêk tê. Piştî xebatên fîzîbîlîteyê di 2017’an de dest bi çêkirina xaniyan hat kirin.   Jin wê xwe biewle hîs bikin   Li gund jiyana komunal esas tê girtin û dibistan, ocaxa tenduristiyê, akademî, muze, firin, nexweşxane, xwaringeh û axurên sewalan hatiye çêkirin. Jinwar di encama kedek mezin de derkret holê û heta niha 9 malbat li Jinwar bi cih bûne. Jinwar ji bo jinan jî qadek bi ewle hedef dike.   ‘Jin diherikin Jinwar’   Endama Komîteya Meclîsa Jinwar Rûmet Heval, got wê di 25’ê Mijdarê de vekirina Jinwar pêk bê û Jinwar ne tenê cihê starbûna jinê ye, cihekî ku dikarin nasnameya jinê lê pêş bixîne ye. Rûmetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî vê heta niha gelek malbatan serlêdan kirin. Ji Kobanê, Tiltemir, Şengal û Rojava jin hene. Ev gund ji bo hemû jinan dibe stargeh. Ji ber vê jin diherikin Jinwarê. Birêvebirina gund wê ji aliyê meclîsa gund ve bê avakirin. Li vir ligel 9 dayik û jinên enternasyonel, her kes di meclîsa Jinwar de cih digire. Di vê mijarê de di esasa peymanekê de tevlîbûn wê pêk bên. Yên dixwazin li gund bi cih bibin, me ewil dor da malbatên kesên li Bakurê Sûriyeyê şehîd ketine.”   Amadekariyên dawî tên kirin   Rûmetê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji ber vekirinê gelek bi kelecan in û amadekariyên dawî tên kirin. Rumetê her wiha hemû jin vexwend vekirina Jinwara ku di 25’ê Mijdarê de dê deriyê xwe veke.