Li Mazgîrtê yekem namzeta keyatiyê ya jin 2018-11-19 09:08:24   DÊRSÎM - Li Mazgîrtê yekem namzeta keyatiyê ya jin Pelîn Gungoren diyar kir ku hilbijartin ji bo dengê jinan bê bihistin alaveke û wiha got: “Heta ku dengê jinan hevpar dernekeve wê rojên xweş jî neyên.”   Ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de pêk tên partiyên siyasî starta xebatan dan. Li navçeya Mazgîrtê ya Dêrsîmê jî xebat hatin destpêkirin û jina bi navê Pelîn Gungoren jî li taxa Eltîhatun ya Jor ji bo keyatiyê namzetiya xwe danî. Pelîn niha yekem namzeta jine û herî zêde ji aliyê jinan ve piştgiriyê dibîne.   ‘Hilbijartin ne armanc, alav e’   Pelînê der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got hilbijartin ne armanc e û wiha got: “Hilbijartin her tim alav bû. Min bi zanebûn serlêdana xwe kir. Ev alav jî ji bo min armanca ku dengê jinan bê bihistin dihewîne. Ji bo pirsgirêkê jinan bînim ziman min pêngav avêt.”   ‘Jin her tim jiyanê dihûnin’   Pelînê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jin li her qadê bi keda xwe hene, lê mafê wan yê gotinê nayê dayîn û got tevî jin her roj jiyanê ji nûve dihûnin jî ji qada civakî û siyasî tên durxistin. Pelînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser piştevanî û têkoşîna hevpar a jinan û got ew jinên navçeyê dikarin navçeya xwe xweşiktir bikin û divê ew jin her tim ligel hev cih bigirin.