Gelê Şirnexê wê vê zivistanê jî bê xanî derbas bike 2018-11-16 09:14:57   ŞIRNEX - Piştî qedexeya derketina derveya li Şirnexê bi hezaran xanî hatin hilweşandin û TOKÎ’yên hatin çêkirin hîna nehatin teslîmkirin. Selamet Koluban diyar kir ku wê vê zivistanê jî bê xanî derbas bikin û got wê malbat bê xanî çi bikin?   Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina derve bi hezaran xaniyan zirar dît û piştre li taxên Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Cumhuriyet, Dîcle, Yenî û Bahçelîevler hîmê 6 hezar û 731 avahiyên TOKÎ hat avêtin. Ev du sale hîna xanî teslîmê malbatan nehat kirin.   Welatiyên ku piştî xaniyê wan hatin hilweşandin di şertên zehmet de li kon an jî gundan bi cih bûn, wê zivistanek din jî li derve derbas bikin.   Jina bi navê Selamet Koluban got xaniyê wê yê li Bahçelîevler hatiye hilweşandin û wiha got: “Piştî qedexeyê me mala xwe nedît. Piştre jî hilweşandin û kirin TOKÎ. Em malbate li wir nediman. Niha xaniyên biçûk çêkirine û û tenê wê xaniyekî bidin me. Ev jî têrî me nake. 5 zarokên min hene.”   ‘Bi dehan kes li derve mane’   Selametê destnîşan kir ku ev du sale di xaniyekî du ode de bi kirê dimînin û wiha bi dawî kir: “Xaniyekî me yê biçûk li vir heye. Em gelek zehmetiyan dikşînin. Xaniyê me hilneweşandina emê neketibana vê rewşê. Em niha çend salin li bende xaniyê xwe ne. Zivistana vir zehmete. Wê malbat bê xanî çi bikin.”