Mala xwe neda hilweşandin: 165 TL ceza dan 2018-11-09 09:23:02   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve Emîne Ozel ji bo biçe mala xwe ya bi têlan hatiye dorpêçkirin, xwe ji ser têlan avêt û ji ber pêşî li hilweşîna xaniyê xwe girt 165 TL cezayê pere lê hat birîn.   Li Nisêbîn a Mêrdînê bi dehan carî qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexeya dawî jî 4 meha berdewam kir û li navçeyê bi giştî 83 kesî jiyana xwe ji dest da, bi dehan kesî koç kir. TOKÎ’yên ku hema piştî pevçûnê hîmê wan hat avêtin jî çêkirina wan hîna didome.   Di dema qedexeyên derketina derve de û pevçûn dihatin jiyîn de, piştî ku beşek qedexeyê rabû şûnde 6 tax bi têlan hatin dorpêçkirin. Welatiyên Nisêbînê ku destûr nedan xaniyên wan yên li pişt têlan bên hilweşandin, xwe ji ser têlan avêtin û hewl dan pêşî lê bigirin. 4 kes dema ji ser têlan xwe avêtin, ku yek ji van ducanîbûn, ji ber bombeyên teqiyan jiyana xwe ji dest dan. Emîne Ozel a ji bo xaniyê xwe nede hilweşandin ji ser têlan xwe avêt, bi sûcdariya ‘qedexe piştgûh kiriye’ doz lê hat vekirin û piştî darizandina salekê şûnde 165 TL cezayê pere lê hat birîn. Emîneyê got, “Mal a min bû. Ji bo pêşî li kepçeyan bigirim min nobet digirt. Dîsa bikin ez ê dîsa wisa bikim.”   Ji bo parastina mala xwe hat darizandin   Welatiyên ku nexwestin xaniyê wan bê hilweşandin bi rojan li qadên ku bi têlan hatiye dorpêçkirin nobet girtin. Emîne Ozel a 52 salî piştî qedexe rabû şûnde ji bo mala xwe ya li taxa Dîcle bibîne çû taxê, hewl da pêşî li kepçeyên ku xaniyê wê hildiweşand bigire, pêşî li hilweşandinê girt lê ji aliyê polîsan ve bi hinceta qedexe binpê kiriye hat binçavkirin. Emîne di lêpirsînê de rastî gotinên ‘Ew der qedexe bû tu çima ketî wir, tu der barê wir de tiştekî dizanî?’ hat û piştre hat berdan.   Cezayê pere dan bi dehan kesî   Emîne piştî hat berdan hîn bû ku bi dehan kes wek wê ji sûcê ‘qedexe binpê kiriye’ hatine binçavirin û der barê yên din de jî lêpirsîn hat vekirin. Rûniştina yekem a Emîneyê di meha Tîrmeha 2017’an de hat dîtin û salekê tevlî tu r^ûniştinê nebû. Emîne tevlî rûniştina biryarê bû û berat kir.    165 TL ceza lê birîn   Bi dehan kesên din ên wek Emîneyê ji heman tiştî hatin darizandin bi pere dosya wan hat betalkirin. Emîne ku piştî qedexeyê xaniyê xwe tamîr kir, niha bi nevî û zarokên xwe re li wir dijî û got: “ Mala min bû. Ji bo pêşî li kepçeyan bigirim min nobet digirt. Dîsa bibe ez ê dîsa heman tiştî bikim.”