Li Sûka zêrkeran ya dîrokî ya Sûrê Kar tune ye û sûk vala ye 2018-11-06 09:06:02   AMED - Selîme Tuncay ya li sûka zêrkeran a dîrokî ya Amedê bi salane esnafiyê dike diyar kir ku ji ber bihabûna zêran, gel nikare tiştekî bikire û gelek zêrkeran jî dukanên xwe girtine.     Li Tirkiyeyê ji ber zêdebûna dolar û piştî krîza aborî, zêr gelek buha bû û êdî kes nikare tiştekî bikire. Di 2002’an de ku muçeyê asgarî 184 bû û bi vê 14 gram zêr dihat girtin, îro mûçeyê asgarî 1603.12 TL ye lê 10 gram zêr pê nayê girtin. Selîme Tuncay ya bi salane li sûka zêrkeran ya dîrokî esnaf e der barê mijarê de axivî û balkişand ser zêdebûna buhayên zêr û got sektora zêr hatiye asta tunebûnê.   'Sedem krîza aborî ye’   Selîmeyê destnîşan kir ku ev demek dirêje nikarin kar bikin û sedema vê jî krîza aborî ye û wiha pê de çû: “Krîza aborî hîna didome. Her roj buhayê zêr zêde dibe. Sedema vê jî gotinên siyasetmedar û berdewamkirina krîza aborî ye.”   ‘Aboriya esnaf qedyaye’   Selîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Sûrê piştî pêvajoya pevçûnê şûnde esnaf hatine asta têkçûnê û wiha berdewam kir: “Piştî pevçûnê aboriya esnafan têk çû. Ji ber krîza aborî esnafan zirarek mezin dît. Karê wan rawestya ye. Her wiha pîşeya zêrkeriyê jî hatiye asta tunebûnê. Gelek kesî kargehên xwe girtin û karên din dikin.”