Şîraniyên penaberan: Herîse, Bukasî, beqleweya Helebê 2018-11-02 09:05:32   AMED - Penaberên Sûriyeyê yên ji ber şer neçar man welatê xwe terk bikin, li cihê bicih bûne jî çanda xwe didin jiyîn. Yek ji cihên ku penaberên Sûriyeyê tercih kirine bajarê Amedê ye. Li navçeya Baglar a Amedê, li serê her kolanê dikanek şîraniyê ya aydê Suriyeyiyan heye. Penaberên Suriyeyê jî ber tunebûna kar û betaliyê bi gazinc in û diyar dikin ku ew bi van dukanan debara xwe dikin û her wiha çanda xwe jî didin nasîn.   Penaberên şîraniyên Halebê çê dikin, diyar dikin ku şîraniya herî zêde eleqeyê dibîne ‘herîse’ ye.   Herîse, Bukasî, beqleweyê Helebê   Yek ji şîraniya herî zêde welatiyên Amedê eleqeyê nîşan dide ‘herîse’ ye. Şerbet li ser kek tê rijandin, fistiqên şamê û guzê hîndîstanê lê tê zêdekirin. Cureyek din ê şîraniyê jî ‘bukasî’ ye. Bi hevîrê baqlewe tê çêkirin û fistiqên şamê dixin nav. Lİgel vê şîraniya ‘Helebê’ jî heye û ev di siniyek mezin de bi behîv û fistiqa şamê tê çêkirin. Penaberên Sûriyeyê diyar dikin ku ew şirûba glîkoz di şîraniyên xwe de bi kar naynin û ji ber vê jî şîraniyên wan sivik û bi tehm in.