Kevneşopiya salan: Çerçî 2018-11-01 09:19:49   Şehrîban Aslan   AMED - Jinên li gundên Qerejdaxê gelek kevneşopiyan didomînin, dest ji kevneşopiya sedsalan berê çerçîtiyê jî bernadin. Jinên gundê Keşîşlî wiha dibêjin: “Em ne tenê ji bo dan û stanê, em ji bo sohbetê jî tên cem hev. Em li vir derfet dibînin. Pereyê me yê yekê tune be, ya din derdixe dide. Niha li bajaran navendên mezin hene lê em çerçiyên xwe bi wan naguherin.”   Li gundê Keşîşlî ya herêma Qerejdaxê ya Amedê, kevneşopiya çerçîtiyê ya bi salan heta îro hatiye. Çerçîtî rêbazeke bazirganiyê ya xwe dispêre sedsalan berê ye. Çawa dikevin gund her kes li dora wan dicive. Hinek tebaxan dikirin, hinek ji bo alava diecibînin bazarê dikin. Yên biha diecibînin jî hene yên naecibînin jî hene.    Jinên gundê Keşîşlî wiha dibêje: “Çerçî bi salane tên gundê me. Belkî niha li gelek cihî ev çand tune be lê em ji vê çanda xwe pir hez dikin, em gelek kêfxweş in.”   Çawa çerçî tên gund jin diçin û alavên wesayîta çerçî kontrol dikin û jinek ku dixwaze satilek plastîk bigire dest bi bazarê dike.   Jinên gund wiha dibêjin: “Bajar ji me dûr e. Em nikarin her daxwazên xwe ji wir bigirin. Çerçî tên gundê me. Em jî ji wir dikirin. Ji xwe çerçiyê me ne biyan e. Ev 10 sale tê. Em çerçiyên xwe bi navendên mezin naguherin. Her tiştê me tê ber destên me.”    Jinek din jî diyar dike ku ji zarokatiya wê de ev kevneşopî heye û got ji 50 salî zêdetir e ji bajaran tiştekî nakirin.