Tehma veşarî ya nanê şikeva: Zerbet 2018-10-30 09:13:18   Şehrîban Aslan   AMED - Nanê şikave ku bi salane ji aliyê jinên Qerejdaxê ve tê çêkirin, tehmek wê ya cuda heye. Sorê Yilmaz a li gund dijî, diyar kir ku 20 sal e vî nanî çê dike û got tehma herî mezin a nanê şikeva di zerbettê de veşariye.   Nanê şikeva li gelek bajarên Kurdistanê tê çêkirin û ev êdî bûye wek kevneşopiyekê. Her wiha nifş bi nifş heta roja îro hatiye. Yek ji herêmên ku vê kevneşopiyê hîna didomîne gundê Keşîşlî ya Qerejdaxê ya Amedê ye. Jinên gund di nav rojê de hevîrên xwe amade dikin bi hev re nanê xwe çê dikin. Jin diyar dikin ku bi salane vî nanî çê dikin.   20 sale çê dike   Jina bi navê Sorê ku li gundê Keşîşlî dijî nanê şikeva çê dike. Ev cureyê nan li gorî nanên din zêdetir mirovan mijûl dike. Sorê diyar dike ku ew ji du hefteyan carê vî nanî çê dikin û wiha got: “Em hevîr dikin. Lê em hevîr tirş nakin. Em bi tîrê hevîr vedikin. Havînê çêkirina vî nanî xweş e, lê zivistanê hinek zehmet e.”   ‘Em zerbet çê dikin’   Sorê bi lêv kir ku cureyê nanê şikeva hene û got: “Cureyek wê em penîr dixin nav. Hinek jî bi rûn tê çêkirin. Em ji nanê şikeva xwarina bi navê zervet çê dikin. Em nan biçûk biçûk hûr dikin. Em mastê bi şîr bi serde dikin. Piştre em rûn sor dikin û bi serde dikin.”   Sorê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî ku çêkirina nan zehmet e jî ew bi kêfxweşiyek mezin bi jinan re di nav piştevaniyê de nanê xwe çê dikin.