Tevî hemû astengiyan serkeftinek mezin: Meryem Nazlı 2018-10-24 09:07:34   STENBOL - Jina bi navê Meryem Nazli ya astengdar e, Elewî jin û nivîskar e, astengiyên di mêjiyê mirovan de hilweşand û diyar kir ku tişta mirov asteng dike, di esasê de demê asteng dike.   Meryem Nazli ku astengdar e di 1970’ê de li Sêwasê hatiye dinê. Jinek Elewî  û nivîskare. Meryem di navbera 1980-1981’ê de bi nexweşiya genetîk û dermankirina wê tune dikeve û 7 xwişk û birane. Meryem wiha dibêje: “Nexweşiya min pêş dikeve. Ez di 17-18 saliya xwe de bi gopal meşiyam. Em di 1991’ê de çûn Stenbolê. Ez birim nexweşxana Şîşlî Eftalê. Lê nexweşiya min di tipê de nayê dermankirin.”   Meryemê bi lêv kir ku ew gelek ji stranan hez dike û wiha pê de çû: “Ez bi stranan mezin bûm. Min 9 salî de li sazê dixist. Ez tevlî radyoyan bûm. Niha ji ber nexweşiyê nikarim li sazê bidim. Min 8 salan di Komeleya Astengdaran de rêveberî kir. Di vê pêvajoyê de tevlî qursên cuda bûm. Min tu car xwe neda alî. Min got ez tiştên xweş bikim û jiyanê xweş bikim.”   Meryemê destnîşan kir ku di têkoşîna jiyana xwe de rastî zehmetiyan hatiye û got: “Min li kolanan rojnameya astengdaran firot. Ez ji peyarêyan nedimeşiyam. Welatiyan alîkarî didan min. Wê demê ji ber ez nikaribûm derkevim peyarêyan wesayît li min qelibî bû.”   Meryemê daxuyakirin ku di 2017’an de de jî otobiyografiya xwe ya bi navê ‘Çiroka şikestinek serkeftinê’ derxistiye û got ev pirtûka wê wek peyamekê ji bo civakê bûye.