Divê li dijî vê pergalê serî bê hildan: Bila zarok neyên zewicandin 2018-10-22 09:05:27   WAN - Berîvan û Ayşe yên di temenê biçûk de hatine zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hatine, ji ber polîtîkayên jinan diparêzin tunebû û rolên zayenda civakî di nav şîdetê de tenê hatin hiştin. Ayşe û Berîvanê diyar kirin ku divê jin hîn bêtir xurt bin û serî hilbidin û her wiha divê her kes li dijî zewacên zarokan têbikoşin.   Ayşe Erol ya 65 salî li gundê girêdayê Şax a Wanê dijî û di temenê biçûk de tê zewicandin. Ayşe got bi mêrekî ku bi temen jê mezintir re tên zewicandin û dişînin gundekî din. Ayşe wiha dibêje: “Fistanek li min kirin. Ez li hespê kirim. Ez birim. Seranserê jiyana min ez rastî şîdet û îstîsmarê hatim.”   ‘Mêrê ez pê re zewicîm neviyên wî hebûn’   Ayşeyê bi lêv kir ku mêrê ku bi zorê pê re zewicandine, neviyên wî hebûne û bi jinek din re zewicandî bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bav û birayê min ez wek berdêl dabûm. Beramberê min keça xwe da birayê min. Roja ez zewicim agahiya hevjîna wî ya din jê çêbibû. 8 zarokên wî hebûn. Neviyên wî hebûn. Min nikarî îtîraz jî bikim. Salek şûnde zarokên min jî çêbûn.”   Ayşe diyar dike ku ji ber dewlet û civakê ew neparastiye bi salan rastî şîdetê hatiye û got: “Jiyan pir zehmet bû lê ez ji bo zarokên xwe neçar bûm. Yekane daxwaza min heye, divê zarok neyên zewicandin. Sê zarokên min hene. Piştî bavê wan mir, me ji xwe re jiyanek cuda ava kir.”   ‘Jiyan li gorî mêr tê plankirin’   Berîvan Erdîş jî keça hevjînê Ayşeyê ye û Berîvan jî bi birayê Ayşeyê re di temenê biçûk de tê zewicandin. Niha 55 salî ye. Berîvan wiha dibêje: “Jiyan her tim ji bo mêr kêfxweş bibin tê plankirin. Ez jî ji bo hevjîna duyem a bavê xwe hatim berdêlkirin. Piştî zewicîm şûnde rastî şîdetê hatim. Min temenê biçûk de zarok anî dinê. Min 6 zarok anî dinê.Berê malbat di odeyek an jî du odeyan de dijîn. Bi dehan kes di heman odeyê de dijiyan. Tiştê dihat kirin jî têrî kesî nedikir. Her tim nîqaş dihatin jiyîn. Min jî di van nîqaşan de şîdet dît.”   ‘Min berda û çûm mala dayika xwe’   Berîvanê diyar kir ku herî dawî jê re gotine ‘biçe mala bavê xwe’ û wiha berdewam kir: “Min jî got ‘Ez ne mîh im, ez mirov im. Min got usul ne wisa ye, ger hun dixwazin gazî malbata min bikin û ez biçim. Roja din ap û birayê min hatin. Min jî bebeka xwe ya pêçekê girt û ez çûm mala bavê xwe. Ez 6 salan ligel dayika xwe mam û vê carê ez bi mêrekî extiyar re hatim zewicandin. Ez hevjîna wî ya 4’emîn bûm.Ji ber tiştên min jiyan gelek nexweşiyên min derketin. Ez ne wek hevjîn wek xizmetkara wî li wir dimam.Min li wî û zarokên wî dinêrt.”   Divê hemû jin serî hilbidin   Berîvanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi salan li dijî şîdetê serî hildaye lê wek jinekê derfetên wê tunebûye û got divê jin hîn bêtir xurtin û serî hilbidin. Her wiha Berîvanê diyar kir ku divê jin li dijî zewacên di temenê biçûk de bêdeng nemînin.