Ji Dayika Nazê dermanê şekir 2018-10-16 11:36:01   Îlham Eloso   KOBANÊ - Dayika Nazê Mustefa ya ku ji bo nexweşiya şekir dermanê xwezayî çê dike dibêje ku ji bo tenduristiyê her dem dermanên xwezayî çêtir e .   Dayika Nazê Mustefa ya 67 salî anî ziman ku ew dermanê şekir ê xwezayî çê dike û ev yek ji bo tenduristiyê gelek baş e û got ku divê mirov berî her tiştî li tenduristiya xwe miqatebe.    Dayika Nazê Mustefa got:"Birinc, şekir, nan ji bo şekir gelek ne baş in. Şekir zêdetir dikin. Ez jî bi nexweşiya şekir im lê heta niha her dem min xwe bi dermanê xwe yê ku ez çê dikim parastiye. Ji bo parastina tenduristiyê ez gelek girîngiyê didim xwezayê. Ez Encûrê paqij dikim û tevlî zeyta heqîqî dikim û bi canê xwe didim ev yek nahêle ku şekirê min zêde bibe."   'Divê em her ji bo tenduristiya xwe têbikoşin'   Dayika Nazê Mustefa wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bangê li hemû jinan û kesan dikim ku ji bo tenduristiya xwe girîngiyê bidin xwezayê û li xwezayê xwedî derkevin. Dema ku em li xwezayê xwedî derkevin dê tenduristiya me baştir be. Divê em her ji bo tenduristiya xwe têbikoşin.