Di bin navê hezkirinê de şîdeta psîkolojîk 2018-10-16 09:12:37   STENBOL - M.L ya ku ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve rastî tundiya sîstematîk hat roj bi roj tiştên ku jiya û heta îro hatiye vegot. M. ku li dijî tundiya psîkolojîk têkoşîn da û got wê herî dawî dest ji wî mêrî berdaye û jina xurt afirandiye.   Jina bi navê M.A ku ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hat, yek ji mîlyonan jinî ye. M. diyar kir ku tundiya sîstematîk di nav demê de veguheriye otosansurê û ev tişt vegot: “Bi gotinên wekê ‘ Di vê saetê de çi karê te heye? Di vê saeta şevê de tu ji ku têyî? Te alkol bi kar anî? Hatim derbkirin. Beriya vê jî çend caran hatim derbkirin. Di her qada jiyana min de mudaxale mijara gotinê bû. Di seranserê têkiliya me de rastî tundiyê hatim. Tiştên dixwest dema min nekira ez ceza dikrim. Êdî jê ditirsiyam.”   ‘Jina azad ji bo mêran xeter e’   M. bi lêv kir ku mêr jina azad wek xeter dibîne û ji ber vê jî her tim rastî zextan hatiye û ev tişt daxuyand: “Baskên wan jinan ji xwe re wek xetere dibînin. Destpêkê wan baskan dişkînin û dest pê dikin. Ji ber dixwazin bikin qefesê û kontrol bikin. Destpêkê her tişt xweş bû. Piştre her tişt guherî. Di bin navê amadekirinê de tundiyê dikin dikin. Di çavkaniya tundiya mêr de rolên zayenda civakî û zîhniyeta serdest hene. Dixwazin jin li plana dawî bimînin û li malê runin. Ji ber ku mêr di civaka ku mêr pîroz dikin de tên mezinkirin.”   M. diyar kir ku têkiliya di navbera mêr û jin de piştî demekê tên nokteyek wisa ku mêr mirovan tenê dihêle û got: “Mirovan ji serî de diguherin. Di alî fîzîkî de hewl didin biguherin. Piştre heta kesayetê diguherin. Şîdeta psîkolojîk bixwebawerbûnê dixîne. Hepsê xelekekê dikin.”   M. di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew niha rewşa xwe ya psîkolojîk ji ser xwe davêje û got: “Min hewl da ez jina xurt biafirînim. Min hemû travma ji xwe ser avêtin û jiyanek nû ava kir. Hewl da mudaxîlê jiyana min bibe. Lê ez destur nadim.”