Li vê kargeriyê xebatkar û patron tune ye: Her kes wek hev e 2018-10-05 09:10:55   AMED - Neval Unal a bi salan di sektora kafeyê de wek karker xebitî, piştre kargeriya xwe vekir û li vê kafeyê ked û serkeftina jinan nîşan dide. Nevalê diyar dike ku li vê kafeyê hiyerarşî tune ye, her tişt komun û her kes dixebite û got ew wek xwediyê kargeriyê ewil jinan digire kar.   Neval Unal ku ev 25 sale wek karker di sektora kafeyê de xebitiye, niha kargeriya xwe vekiriye û bûye yek ji jinên serkeftî ya kedkar. Nevalê li navçeya Sûr a Amedê di konaxek dîrokî de kafeyek vekiriye û diyar dike ku ew ji bo kar rêza ewil dide jinan.   Nevalê di heman demê de hezkiriya sewalan e û hem li mala xwe hem jî li kargeriya xwe çûkan xwedî dike. Nevalê kevokan jî xwedî dike û hemû qad veguhertiye hêlîna çûkan. Nevalê wiha dibêje: “Min ji zarokatiya xwe de ji sewalan hez dikir. Ez bê sewal nikarim bijîm. Bi taybet jî çûk. Parçeyek ji jiyana min in. Li malê çûkên Muhabetê û li kafeyê jî kevokên min hene.”   ‘Girîngiya navçeya Sûrê cuda ye’   Nevalê destnîşan kir ku Sûr ji bo wê xwedî girîngiyek mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ez ji Sûrê pir hez dikim min xwest li vir kafeyê vebikim. Ez li vir hatime cîhanê, li vir mezin bûme. Vê navçeyê şahidiya gelek tiştî kiriye. Ji şaristaniyan re malovanî kiriye. Tevî her tiştî li ser piya maye.”   ‘Her kes wekhev e, her kes dixebite’   Nevalê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di navbera wê û xebatan de tu hiyerarşî tune ye û wiha pê de çû: “Her karek bi awayekî komun didome. Ez nirxê didim têkoşîna kedê. Ji ber vê ez xwe ji wan cudatir nabînim. Li vê kafeyê hiyerarşî tune ye. Her tişt komun e. Her kes xebatkar e.”   Her wiha Nevalê balkişand ser krîza aborî ya di demên dawî de di rojevê de ye û daxuyakirin ku krîza aborî ev sektor aniye asta tunebûnê û her tişt tune kiriye.