Li Cîfaneyîyê gel dest bi rakirina berhemên xwe kir 2018-10-01 09:16:39   ŞIRNEX - Li gundê Cîfaneyî ya ji ava Cudî xwedî dibe, gel dest bi rakirina berhemên xwe kir. Gundiyên sebze û fêkiyên xwe kom dikin, hişk dikin û yên zêde jî bi malbatên ku baxçeyên wan tune ye re parve dikin.   Li Botanê bi dawîbûna demsala havînê re welatiyan dest bi komkirina berhemên xwe yên li baxçeyan kirin. Bi îmeceyê gûz, hêjîr, tirî û gelek cureyên fêkiyan bi hev re kom dikin û li şûna hilberînên xwe yên zêde bifroşin jî bi malbatên ku baxçeyên wan tune ye re parve dikin.   Gundê Cîfaneyî di salên 1990’î de hatiye şewitandin û valakirin. Axa gund ji ava Cudî xwedî dibe û gelek dewlemend e. Di salên 2000’î de gundî dîsa vedigerin gundê xwe. Gundî her çar demsal jî ji baxçeyên xwe fêdeyê digirin û bi berhemên baxçe û sewalên xwe debara xwe dikin.    Her wiha gundê Mehmet Tunç û Orhan Tunç ên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dayeyî û ji ber vê wateya wê cuda ye. Piştî qedexe rabû şûnde dayika Mehmet û Orhan Esmer Tunç jî vegerya gund û dest bi çandiniyê kir. Esmer Tunç wiha dibêje: “Piştî salan şûnde me gundê xwe dîsa zindî kir. Piştî qedexe rabû şûnde em li gund bi cih nebûn. Em tenê dihatin baxçeyên xwe. Ji bo ev baxçe bê vê rewşê em bi salan xebitîn. Me dar çandin. Niha zarok û neviyên me fêkiyan dixwin. Ev ax gelek dewlemend in. Hema hema hemû darên me kurê min Orhan danî. Wî gelek ked daye. Em ji bo baxçeyên xwe her tim tên. Gwîz, tirî, hêjîr, her cureyê sebzeyê me heye. Em tên kom dikin. Ev baxçe wê bi salan hîna heb e. Em ê ji neviyên xwe re van baxçeyan bihêlin.”