‘Ez xaniyekî ji bo xwe û zarokên xwe dixwazim’ 2018-09-29 09:11:12   STENBOL - Jina bi navê S.S ku ji ber zextên malbatê neçar ma bi pismamê xwe re bizewice, bi salan rastî şîdeta aborî hat û piştre hevjînê wê, wê terk dike û diçe Elmanyayê. S. ku hîna bi malbata hevjînê xwe re dijî, her tim têkoşîna jiyanê daye û niha yekane daxwaza wê ev e ku xaniyekî wê û zarokên wê hebe.   Jina bi navê S.S di 23 saliya wê de ji aliyê malbatê ve bi pismamê wê re tê zewicandin. Niha 39 salî ye. Hîna bi malbata hevjînê xwe re dijî. S. şerm dike biaxive û li mala ku dimîne jî yekane qada aydê wê odeya ku bi zarokên xwe lê dimîne ye.   ‘Malbatê ez dam zorê’   S. got wê nexwestiye bi mêrê ku 7 salan jê mezintire re bizewice û wiha got: “Lê malbatê ez dam zorê. Min nedixwest ez bi xizmê xwe re bizewicim. Ez ditirsiyam. Bi fikar bûm. Ji ber zextên malbatê jiyana min têk çû. Ji bo birayê min bizewicînin ez bi pismamê min re da zewicandin. Bi qelenê min birayê min zewicandin. Piştî zewicîm jî ez rastî şîdeta aborî û derûnî a hevjînê xwe hatim.”   S. diyar dike ku hevjînê wê zêrên wê girtiye û reviyaye û li ser vê diçe mala bavê xwe û wiha got: “Ez salekê li wir mam û dîsa neçar mam vegerim. Hevjînê min tu carî nexebitî. Herî dawî reviya Elmanyayê. Ez di tekstîlê de dixebitim. Ji ber rewşa aborî ez hîna li cem malbata hevjînê xwe me. Ew jî zextan li min dikin. Ez dixwazim bi zarokên xwe re li malek aydê me bijîm. Ez bi pereyê qezenc dikim, hem li xwe dinêrim hem jî zarokan didim xwendin. Ez diçim qursan jî xwe pêş dixînim.”