Xebatkara tenduristiyê hewcedariya 34 pisîkan pêk tîne 2018-09-28 09:53:11   STENBOL - Xebatkara tenduristiyê Hatîce Beyhan ji bo hewcedariya 34 pisikan pêk bîne karê duyemîn dike destmalan difroşe. Hatîce xwe wek jinek dayika 34 zarokan bi nav dike û yek ji kesên herî tê nasîn a Beyogluyê ye.   Hatîce Beyhan ku esnafa herî biçûk a Beyoglu ye û xwe wek dayika 34 zarokan bi nav dike, di baxçeyê mala xwe de 34 pisikan xwedî dike. Hatîce xebatkara tenduristiyê ye û piştî karê wê diqede vê carê li derve destmalan difroşe. Hatîce diyar dike ku lêçûna wan zêde bûye dest bi vî karî kiriye.   Hatîceyê bi lêv kir ku cara yekem di Gulana 2015’an de li Taksîmê destmal firotiye û got ewil ew ji ber nêzîkatiyên civakê fikarên wê hebûye û tirsyaye. Hatîceyê diyar kir ku niha ew bûye esnafa wir. Hatîce ligel vê nebîneye û got: “Çavê min hinek didît lê piştî salên 30’yî hêdî hêdî hat girtin.Ez bang li jinan dikim. Ji xwe re razemeniyê bikin. Xwe perwerde bikin. Xwe wek şervan bibînin. Ji ber em berdewama amazonanin.”