Civak, dewlet û malbatê ew ber bi întîxarê bir, piştevaniya jinê xilas kir 2018-09-24 09:08:41   STENBOL- Jina bi navê M.T ku ji ber pêşdarazên civakê, qanûn û polîtîkayan 26 salan rastî îşkenceya sîstematîk hat, ji ber tiştên jiya ber bi întîxarê ve hat dafdan. M. diyar kir ku wê navberê jinek ku destê xwe dirêjî wê kiriye, ew xilas kiriye û got: “Dema jin destê xwe bide jinek din wê demê jiyan watedartir dibe.”   M.T(41) ya di 15 saliya xwe de hat zewicandin, rastî îstîsmara zayendî hat û ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin û malbata wî ve 26 salan rastî şîdeta sîstematîk hat. Ji ber polîtîkayên ku jinan diparêzin tune, ew jî wek mîlyonan jinî, serhildana xwe di dilê xwe de jiyaye û ji bo 3 zarokên xwe têkoşîn daye.   ‘Ji roja ewil de îşkence dest pê kir’   M. ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hat zewicandin. M. got hevjîn û malbata hevjînê wê jî şîdet li wê kiriye û wiha got: “Ez biçûk bûm. Ez neçibûm dibistanê. Hevalên min tune bûn. Yanî min cîhan nedibû. Tenê tişta min dizanî, ez bi mêrekî re zewicîbûm. Ji roja ewil de îşkenceyê dest pê kir. Rojek min ya xweş çênebû. Jiyana jinekê di temenê biçûk de bi zewicandina wê tarî dibe.”   ‘Wek dijmin nêzî bûn’   M. di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Dê û bavê min xwest min bibînin lê hevjîn û malbata wî nehiştin. Min jî bertek nîşan da û ketim odeya xwe. Malbatê ji hevjînê min re got ‘biçe lêbixe bila carek din wisa neke. Tu çi bêjî bila wisa bike’. Li ser van hat li min xist. Ez li ser şîdetê ji ser hişê xwe çûm. Ji wê şûnde 3 salan neçim mala bavê xwe. Min her tişt davêt dilê xwe. Wek dijmin tevdigeriyan.”   Jinek din ew ji întîxarê xilas kir   M.T piştre bar dike Stenbolê û li vir jî jiyana wan heman awayî didome. M. diyar dike ku ji ber tiştên ku bi wê dihat kirin, hewl daye întîxar bike û wiha pê de çû: “Gorima min jî her tim bi min re nîqaş dikir. Rojekê me dîsa nîqaş kir û min got ‘ezê xwe ji pacê bavêjim’. Zarokek min hebû. Hîna biçûk bû. Cîranek me ya laz hebû. Gelek ji min hez dikir. Dengê me çûyê, hat. Hat me hîna nîqaş dikir. Ez çûm şaneşînê. Minê xwe bavêta lê wê nehişt. Wê û keça xwe bi destê min girtin. Min hêz ji wan girt. Min dest ji întîxarê berda.”   ‘Ji bo zarokên xwe min deng nekir’   M. destnîşan kir ku hevjînê wê yek kuruş pere nedida wê û ev tişt vegot: “Bi zarokan re eleqeder nedibû. Nedihişt zarok biçin dibistanê. Tevî vê min zarok dan xwendin û mezin kirin. Her sê zarokên min jî çûn dibistanê. Çûn zanîngehê. Min ji bo wan têkoşîn da. Hemû jinên rastî şîdetê tên ji bo zarokên xwe dijîn.Ewlehiya wan tune. Şerm dikin naçin cem malbata xwe. Lê divê ne wisa be. Niha ba ezê hezar carî biçûma. Min zarokên xwe pir xweş mezin kirin. em dixebitin û li xwe dinêrin.”