8 sal in ku di nava konteyniran de dijîn 2018-09-23 09:05:20   WAN - Di erdhejiya sala 2011'an  a ku li Wanê pêk hatibû de bi hezaran mal hilweşiya bûn. Ji sala ku erdhejî pêk hat heya niha malbat ên mexdûrên erdhejiyê hîna di konteyniran de dijîn. Bi hatina sermayê jiyana di konteyniran de jî zehmettir dibe.   Di sala 2011'an de li Wanê erdhejî pêk hatibû. Di erdhejiyê de 604 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran mal û avahî hilweşiyan. Malbatên ku di erdhêjiyê de malên wan hilweşiya hîna di konteyniran de dijîn. Li hemberî nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê malbat di konteyniran de bi hatina demsala zivistanê û sermayê bi zehmetiyên mezin rû bi rû ne. Têkîldarî jiyana di konteyniran de Dayika Hasret axivî, Hasretê diyar kir ku pêdiviya wan bi alîkariya gel û civaka hêstiyar heye.    'Ev 8 sal in em di konteynirê de dijîn'   Dayika Hasret  Duran ev 8 sale li gel zarokên xwe di konteynirê de dijî. Hasretê bi lêv kir ku heya niha dewletê bi tu awayî alîkarî nedaye wan û wiha axivî;" Di sala 2011'an de li Wanê erdhejiyeke mezin pêk hat. Xwezî kesekî jiyana xwe ji dest neda, bila tenê avahî hilweşiya. Em beriya erdhejiyê jî di kîreyan de bûn. Piştî ku erdhejî çê bû, avahiyên me hilweşiya. Ev 8 sale em di konteynirê de dijîn. Heya niha aliyê rayedaran ve bi tu awayî ji me re alîkarî nehat kirin. Debara me tune ye. Di demsala zivistanê de 6 mehan ceyranên me tune bûn, em di tariyê de man. Jiyanek pir zor û zehmet em vir derbas dikin. Em 8 malbat ev  8 sal in di bin konteyniran de dijîn. Di demsala zivistanê de ceyranên me  her tim diçin. Her derên konteynirê rutûbet girtine. Em di zivistanan de her tim nexweş dikevin. Di bin şerd û mercên zivistanê de em bi sobeya ceyranê  xwe germ dikin. Di zivistanan de piştigiriya gelê me dikare me gerim bike. Çiqas ji destên me were em tedikoşin, lê pêdiviya me bi alîkarî û hêstiyariya civakê û gel heye."   'Havînan jiyana di konteyniran de  pir germ e û zivistanan jî pir sar e'   Hasretê  anî  ziman ku ew 8 sal in di bin tunetiyê de tedikoşin û got ku pêdiviya wan bi mirovên hêstiyar heye û wiha pê de çû;" Heya niha dewletê alîkarî nedaye me. Ger ku dewletê alîkariya me bikira em ê 8 salan di konteyniran de nejiyan. Destpêkê 200 malbat li vir hebûn. Niha em 8 malbat hene. Ew malbat tev derbasî tokiyan bûn. Piştî 2 mehan şûnde dewletê kireyên tokiyan xwestin. Ji ber vê jî em neçûn. Zarokên me heya êvaran di bin vê tozê de listîk dilîzin. Havînan jiyana di konteyniran de  pir germ e û zivistanan jî pir sar e. Kar tune ye ku em bixebitin û debara xwe bikin. Pêwîst bû heya niha dewletê ji me re alîkarî kiriba lê em terikî qedera xwe kirin. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Zarokên me hene pêdiviyên wan ên dibistanê hene. Lê ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş e em nikarin bikirin. Tenê daxwaziyek min heye, ez dixwazim malek min hebe.