Bêrîvan li gel nokteyên polîsan bêrîvaniyê dikin 2018-09-19 09:16:34   Hîkmet Tunç   WAN- Bi hatina payîzê re hîn kes hîna bêrivaniyê dikin û bêrîvanî yek ji mînaka herî kevin a jiyana komunal e. Jinên Wanê hîna vê kevneşopiyê didomînin.   Mirov di 3 saetan de xwe digihînin gundê Bîlîsava yê Zozanên Nordiz yê Payîzava Wanê. Ji ber OHAL’ê nokteyên polîsan hene û ji ber lêgerînên leşker û cerdevanan jî riya 3 saetan dibe 5 saet. Li gundê Bîlîsava 12 malbat hene û di salên 90’î de gelek kes ji gund koçî bajar dikin.   Gundiyên koçî Wanê kirine, piştî salên 2000’î şûnde dîsa di mehên bihar û havînê de ji nû ve çûne gundê xwe.    Jinên ketine rê  li hember kev ketine rêzê   Jinên ji bo pezê xwe li gund bi cih bûne jiyana wan ya rojane li ser Bêrivaniyê ye. Rojê du caran pez didoşin û serê sibê saet di 04.00’an de şiyar dibin. Piştî karê rojane dikin diçin cem pezê xwe. Jinên digihêjin cem pezê xwe berî bi du rojan li hember hev li ser keviran rudinin.   ‘Jiyana gund pir xweşe’   Jina bi navê Besra Aslan li aliyekî pez didoşe û li aliyê din jî der barê jiyana gund de diaxivie û got: “Ez pir ji jiyana gund hez dikim. Em şîrê xwe dikin, penîr, mast, to û torak. Em ji bo van hilberînan her havîn tên zozanan. Jiyana me pir xweş e. Em li vir gelek kêfxweşin.   ‘Em bi saya Bêrîvaniyê her tim li cem hevin’   Besrayê di berdewamiyê de got ji ber koçberiyê ciwan ji çanda bêrîvaniyê dur ketine û ev tişt got: “Ji bo kesên pez xwedî dikin bêrîvanî pir girînge. Em rojê du caran bi jinan re tên cem hev. Lê mixabin ciwan naxwazin li gundan bijîn.”   ‘Ez ji bilî gund nikarin li cihek din bijîm’   Latîfe Yildiz jî bi lêv kir ku ev 40 sale li gund dijî û wiha pêde û: “Hewaya zozanan pir xweşe. Emrê min li vir derbas bû.Heta bimrim ez dixwazim li vir bim. Her saet û deqeya me tije derbas dibe. Karên me zehmetin lê ez pir kêfxweşim.”