Têkoşîn û vîna dayikên kurd dibe bersiv ji hemû astengiyên jiyanê re 2018-09-19 09:04:08   Rûken Goman   DÊRIK-Ji mînakên dayikên kurd yên tekoşer û berxwedêr dayîka Şêrîn Omer ya ku li zindanên rêjîma Baassê hatiye girtin û niha jî bi keda destên  xwe malbata xwe xwedî dike wiha dibêje "Soza berdewamkirina tekoşînê ya ku min ji Rêber Apo re da bû sedem ku ez  li hemberî hemû cureyên îşkenceyê li ber xwe bidim."   Her çiqas ku pergalên deshilatdar dixwazin îradeya jinê têk bibin jî lê ew rihê ku naxwaze ji riya azadî û heqîqetê vegere tim vejîn dibe. Dayîkên ku bi xwe dîrok in di jiyana her yekê ji wan de çîrokekê bi êş  heye.  Dema ku mirov qala wan çîrokan dike  mirov hestiyar dibe. Dayîka Şêrîn Omer  a ku 62 salî ye li zindanên Baes li ber xwe daye, di heman demê de dayîka şehîdan û xwişka şoreşgeran e. Dayika Şêrîn tevî temenê xwe yê mezin jî hin bi eşqekê mezin tekoşîna xwe berdewam dike. Bê westandin û bê gazinc bi jiyana xwe qayîl e û bi keda destên xwe jiyana xwe berdeam dike. ji bo ku em dayika  Şêrîn Omer nas bikin me ci devê wê çîroka wê guhdar kir û em ê bi we re parve bikin.    'Her ku îşkence dijwar dibû hêz û tekoşîna min jî zêde dibû'   Dayîka Şêrîn Omer wiha çîroka girtina xwe ya di zindanên Rêjîma Bassê de vedbêje: "Di destpêka avakirina Tevgera Azadiyê de wekî dayik me xebata rêxistinî dikir. Di serhildana 2004'an a  12'ê Adarê de leşkerên Rêjîma Baasê bi şev girtin  ser mala me û min binçav kirin, min birim cihekî nediyar, min bi xwe nizanibû ku ez li kuderê me. Heta deh rojan ez di lêpirsînê de mam. Dema ku dîtin nikarin gotinekê jî ji devê min derxînin vê carê îşkence li min kirin.  Li gel ku temenê min mezin bû jî lê gelek li min dan. Lê soza berdewamkirina tekoşînê ya ku min ji Rêber Apo re da bû,  berxwedan bû. Her ku işkence dijwar dibû hêz û tekoşîna min zêde dibû."     Şêrîn Omer soza têkoşînê û berxwedanê dide   Di berdewamiya axavtinên xwe de Şêrînê  da zanîn ku piştî çar mehan ew hatiye berdan, lê ji  zehmetiya îşkenceyê gelek nexweşî bwê re peyda bûn û van nexweşiyan bandora neyînî li ser tendirustiya wê kirine. Şêrînê di berdewamiyê de wiha got: " Dema min ev rewş derbas kir ez dîsa vegeriyam ser xebata xwe. Ji ber ku min serokatî di xewna xwe de dîtibû, ji min re digot dive ku tu tekoşînê berdewam bikî û ez li gorî wê soza derketim û di oxira vê tekoşînê de jî min zarokên xwe jî da şoreşê. Em serî natewînin û heya dawiyê em ê vê tekoşînê berdewam bikin."   'Bi keda destên xwe ez jiyana xwe berdewam dikim'     Şêrinê  qala xebata xwe ya xwedîkirina malbatê jî dike  ku keda  wê  ji destên wê ye ji bo ku ew hewcedarê bi tu  kesan nebîne û wiha axaftina xwe didomanîne: "Ez îro tenê têkoşîna rêxisitnî nakim û di heman demê de ez zarokên lawê xwe yê ku di berxwedana Şengalê de şehîd bû jî xwedî dikim.  Ji bo ku ez eviyên xwe xwedî bikim ez diçim çinîna zeviyan, nanê tenûrê çê dikim,  pêdîviyên zivistanê çê dikim  û difiroşim. Ev karê min jî alîkariya min dike û tendirustiya min jî baş dike. Ez bi karê xwe serbilind im. Ji ber ku em bi keda xwe jiyana xwe  berdewam dikin."    Şêrîn Omer bang li hemû jinan kir ku xwedî li keda xwe der kevin û  wiha dawî li axavtinên xwe anî: "Ji bo tevahî jinan dibêjim bila jin xwedî hêz bin, astengiyên li pêşiya  xwe bi tekoşînê derbas bikin û dibêjim ku  tiştekî hesan tûne ye. Ya girîng ku em bikaribin bi vîneke azad û mezin bibin bersiv ji tevahî keleman re."