Li Mîksê jin amadekariya zivistanê dikin 2018-09-13 09:08:26   WAN - Li navçeya Mîks a Wanê li gundê Yuceyê jinan ji bo zivistana dirêj û sar dest bi amadekariyan kir. Jinên ji baxçeyan sebze berhev kirin, kirin konserve û li aliyê din jî hiriya di çeman de şûştine dikin lihîf.   Li navçeya Mîks a Wanê jinên gundê Yuceyê, amadekariyên zivistanê didomînin lê îsal ji ber şertên hewayê hilberîna ku dixwazin nebûye. Besna Yildiz got ji ber şerd û mercên zivistanê nikarin bixebitin û 6 mehan di hundir de rûdinin û ber bi havînê baxçeyê xwe diçînin. Besnayê ev tişt anî ziman: “Em xiyar, kelem, îsot, kartol û fasuleyan diçînin. Lê îsal kartol û îsotên me gelek jê xera bûn. Ji ber hewayê me hilberînek baş negirt.”   Besnayê daxuyakirin ku îsal hîrmî zêde ne û wiha got: “Dawiya havînê li vir hîrmî zêde ne. Ji ber temenê hirmiyan kurt e em berhev dikin û hişk dikin. Ji ber em erzan difroşin jî qezenca me zêde tune ye.”   ‘Em ji sûkê nagirin, bixwe hildiberînin’   Jina bi navê Fadîme ku nexwest paşnavê xwe bide jî destnîşan kir ku yek ji sebzeyên herî girîng a zivistanê fasule ye û wiha pê de çû: “Em fasuleyan ya hişk dikin an jî dikin cemedankê. Em dikin konserve jî. Bi vî awayî em zivistanê rehet dikin. Em ji sûkê sebze nagirin. Em bixwe diçînin û berhev dikin.”   Jina bi navê Medîne Fîdan jî bi lêv kir ku karê herî mirovan diwestîne tijekirina lihîfan e û wiha pêde çû: “Em hiriya xwe vedikin, paqij dikin derman dikin. Em dîsa ziwa dikin. Em dîsa dikin lihîfê û didirûn. Em hiriya xwe dibin li çem dişon. Van deran pir sar e. Lihîf jî gelek baş in.”