'Xelatek ebedî bû ew kefiya da dora situyê min' 2018-09-11 09:19:09   MEXMÛR - Yek ji jinên di dezgehên îskenceya 12'ê Îlonê de Sakîne Cansiz naskiriye Qudret Karahan diyar kir ku dîtina Sakîne bandorek mezin li ser wê kiriye û got: "Nêrîna wê di gava yekem a vekirina derî de hê li ber çavê min e."     Jina ku serî li hember tu deshilatan netewandî ji bo hemû jinên ew naskirine bûye çavkaniya moral û hêzê. Di dema ku kesekî newêribû xwe li kurdayetiyê bike xwedî Sakîne Cansiz (Sara)  tifî nava çavê celadên demê dikir û minet ji îskenceya wan nedikir. Ew bi hêrsa keçên Dêrsimê yên wenda mezin bûye. Pîrika wê hemû binhişiya dîrokê neqlî wê kiriye û jê re vegotiye, ji ber wê hayê wê ji dîrokê hebû, dizanibû wê çî bike û li ku bisekine. Wê dizanibû wê çawan pêşengiya jinan bike û çawan bibe xudawenda nûjen. Jinên di wan kêliyên îskenceya Zindana Amedê de di serdema darbeya 12'ê Îonê ya 1980'yan pêre hevaltî kirine, her kêlî bi hêza ji Sarayê girtine wate didin jiyanê. Li gel her jinekê jî teqez parçeyek tiştek heye û hilanîne heya mirinê. Hinekan pilek giyayê xwezayî hinekan jî kefiyek, bi vî awayî di binhişiya hemû jinan de cih girtiye. Yek ji jinên di dezgehên îşkenceyê de Sakîne Cansiz naskiriye Qudret Karahan e ku niha li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûrê) dijî ye.    Qudret Karahan a ku di pêvajoya 12'ê Îlonê de li Cizîra Botanê tê girtin û wê dibin Zindana Amedê gel Sakîne Cansiz wiha qala wan deman kir: "Di nava Cizîrê de min li gel heval Bêrîvan a weke 'Bêrîvana Cizîra Botanê' tê nasîn kar dikir. Ez li gel hevala Bêrîvan digeriyam. Hevjînê min jî di nav kar de bû, em malbat hemû ketin nava xebatê. Li min gilî kirin û bi ser mala me de girtin. Ez bi hevjînê  xwe re hatim girtin. Despêkê bi qasî pênc saetan em li qereqola Cizîrê dan sekinandin. Paşê jî em birin Mêrdînê mehekê di îskencê de girtin. Piştî mehek îskence em birin Zindana Amedê."    'Dîtina wê hêz û cesaret da min'   Qudretê gava yekemîn a dîtina Sakîne Cansiz bandora wê ya li ser çawabû wiha anî ziman: "Dema min deriyê qawîşa jinan vekir yekser çavê min bi heval Sakîne ket. Min nû ew dît, lê helwest û sekna wê min ber bi xwe ve dikişand.  Weke ku bi salan e ez nas dikim û pê re dijîm. Ew jî wiha ber bi min ve hat û ez hembêz kirim. Bandora wê germahiya dilê wê hîna li ser bedena min berdewam dike. Ew nêrîna wê di gava yekem a vekirina derî de hê li ber çavên min e…"    'Bê navber dixebitî'   Qudretê da zanîn ku ew di xebatê de bêsekin bû û wiha domand: "Bi şev û roj li  ser daqtîlo dixebitî, bê sekin û rawestan bû. Hinek caran ez diçum kêleka wê rûdiniştim û min digot: 'Tenê niv saetê navber bidê, tu pir diwestî'  lê wê digot: 'Na divê ez bêhtir bixebitim.' Ewqas lêhurbûna wê kûr bû guh nedida xwarinê, her danê xwarinê dihat gel me rudinişt lê gelek kêm dixwar û bi lez dibeziya ser karê xwe."    'Gelek zindî û bitevgerbû'   Qudretê disiplîna Sakîne Cansiz ya jiyanê jî wiha vegot: "Em hemû heyran diman li wê enerjî û keda dida. Bi xwe re em jî perwerde dikirin. Li gel wan hemû karan dem ji bo me jî vediqetand. Disiplîna wê ya jiyanê pir bi hêz bû, em jî dixistin nava wê disiplînê û jiyana me jî rêxistin dikir. Her roj serê sibehê em hemû kom dikirin çar pel pirtûk ji me re dixwend paşê me bi hev re taştêya xwe amade dikir û dixwar. Ew mamostaya jiyanê bû. Kes nedigîha hêz û leza wê, gelek zindî û bitevger bû.  Têkiliyên wê yên bi me jinan re, bi hevalên mêr re heta bi zarokan re gelek cuda bûn. Bi me re zarokên me jî dixistin hundir. Sakîne çawan li wan zarokan dinêrî mirov çiqas bêje kêm dimîne. Hefteya despêkê zaroka min a heşt mehî dan hundirê girtîgehê. Ewqas heval pê re mijul dibûn ji xwe dor nedihat min ez lê binêrim. Heval Sakîne li ber deriyê qawîşa me wêneyê kurê min li gel ê heval Mazlum Dogan çêkiribû. Digot: 'Ev Mazlumê biçuk e.' Gelek jê hezdikir û pêre mijul dibû. Di nava hemû karan de dem ji perwerde kirin amin re û ji ya zaroka min a biçuk re jî didît."    Qudretê wiha berdewam kir: "Zaroka min û hevala Sakîne bûn sedem ku ez ji îskenceyan xilas bibim. Ne tenê di bin çavan de di girtîgehê de jî îskence hebû, rojekê gazî kirin ku min bibin  îşkenceyê. Hem hevala Sakîne hêz da min hem jî min xwest tiştekî ji hevjînê xwe re bibêjim. Dema ku destur dan min got bibêje : 'Ez ducanî me, di be ku di îskencê de zarok biçe.' Hevjînê min jî ji wan re got: 'Ger tiştek li Wê zarokê bê ez ê li her derê giliyê we bikim. Dema ku ez birim bijîşk û dîtin ku ducanî me  êdî îskence li min nekirin. Ez bi vî awayî ji îskenceyê jî xilas bûm."   'Li hember îskencekaran serbilind û bihêrsbû'   Qudretê wiha qala hêrs û helwesta wê ya li hemberî îşkencekaran dikir: "Li hember dijmin pir bihêrs û serbilindbû. Her ku dijmin diket qawişa jinan helwesta heval Sakîne li hemberî wan hebû. Rojekê pir bi ser me de hatin, cardin me ji heval Sakîne hêz girt û li ber xwe da. Xwestin li ser me bigerin, heya nîvro em di deriyê qawişê de dan sekinandin. Lê me nehişt ku li ser me bigerin. Dawiyê em bi ser ketin. Ew çavkaniya berxwedan, marol û hêzê bû ji bo me tevan. Ez pênc mehan di girtîgehê de li gel mam. Ew rênîşander û her tiştê me bû. Ji wê rojê ve di jiyana min de bûye jina mînak a kes nikare bigihe wê û ez li ser şopa  wê dimeşim. Ez bi naskirin û hevaltiya wê gelek şanaz im."   'Xelatek ebedî bû ew kefiya da dora situyê min'   Hê bandora kêliya ji Sakîne durketinê di ruyê Qudretê de xwe dide nişandan. Quderetê wiha dibêje: "Dema ez derketim min li pey xwe jinên şoreşger ên bihêz hiştin. Bi tayîbetî jî Sakîne Cansiz, ji ber wê xemgîn bûm. Dema Sakîne ez bi wî rengî dîtim xwest weke her carê moral û hêzê bide min. Xelat û emanetek ebedî bû ew keifya da dora situyê min. Ew kefî hîna li gel min e û min hilanî ye, heya ez bimirim jî wê li gel min be. Sakîne piştî bi salên dirêj ku derket hat vêderê. Dema hat pirsa min kir, gava min bihîst hema bilez çum gel wê. Dema ez ji derî ve çum, ber bi min ve hat, ez girtim û li derdora xwe gerandim. Paşê em li cem hev rûniştin û em têra xwe giriyan. Ew mirovek gelek cuda bû. Ez bawer nakim weke wê kesekî din bibînim. Ji xwe dijmin di ferqa meznahiya wê de bû, ji ber wê li pey geriyan heta şehîd kirin. Ew kêliyên min pê re jiyan û min dîtin li gel wê kefiya ku daye min wê her dem wê zindî li gel min bihêle.  Heta mirinê ew xudawenda jiyana min a mayînde ye…"