'Li Efrînê jiyana di nav çeteyan de ji mirinê xirabtir e' 2018-09-10 09:06:00   Sozda Oremar   ŞEHBA - Jina bi navê E.O ya ji Herêma Efrînê derket û xwe ji  hovîtiya dewleta tirk rizgar kir diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk li Herêma Efrînê kiryarên herî hov yên li dijî mirovahiyê  li ser kesên ku li Efrînê mane, pêk tînin û welatî bi revandin, talankirn, girtin, îşkenceyê re rûbirû dimîn e."   Jina bi navê E.O  ya 25 salî ku ji Herêma Efrînê ye, dema ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrînê dagir dikin bi malbeta xwe re ji ber ku firsend nedîtine derkevin li Efrînê mane. E.O. piştî bi 6 mehan firsendê dibîne ku ji Efrînê derkeve û ji bo ku ji xwe re cihekî bi ewle bibîne berê xwe dide gundekî Kantona Şehabyê. E.O. êşa ku li Efrînê ji destên dagirkeran kişandiye û yan niştecihên ku li wê man ku hîn jî dikişînin ji ajanasa me re vegot.    Jina ciwan E.O. ya ku tu êş nemaye ji destê dagirkeran nekişandiye wiha dest bi axafitina xwe kir:" Dema ku dewleta tirk êrîşî Herêma Efrînê kir me xwest em ji Efrînê derkevin.  Lê ji ber komên girêdayî wê gihîştin me êdî me nema karibû ku em birevin û xwe ji vê hovîtiyê rizgar bikin."   E.O. anî ziman ku welatiyên li Efrînê ji bo parastina malên xwe mane bi revandin, talankirn, girtin, îşkenceyê re rûbirû ne û wiha dirêjî da axafitna xwe:" Li Efrînê gel û bi tayîbet jin bi zordariyek herî mezin a ji aliyê çeteyan ve tê kirin re  rûbirû dijî. Jin nikarin bêyî çarşefa reş û kefî  ji malê xwe derkevin, her wiha dema xort jî ji malên xwe derkevin tên girtin û bi hemû cûreyên îşkenceyê tên îşkencekirin."   'Eêdî mirov nikare li Efrînê bijî'   Di berdewamiya axaftina xwe de E.O. wiha got:" Dema ku ez li Efrînê bûm min êşa herî mezin kişand.  Ji ber ku axaftina bi zimanê xwe qedexe bû. Çarşefa reş li me dikirin. Min jî li xwe dikir. Mirov nikare nefesê jî di nav komên dagirker de bigire û bistîne. Dema ku em derdiketin û çete rastî me dihatin bi seatan me didan axaftin û piris dipirisîn. Her tim min digot wê kengî şervanên YPG-YPJ’ê werin. Li Efrînê êdî mirov nikare bijî.  Di rojên dest pêkê de hinekî nerm tevdigeriyan. Lê piştî ku dem dirêj bû ruyê xwe ya reş derxisitn holê û hemû cureyên hovîtiyê bi taybet li ser xort û jinan dan meşandin.”   'Ji bo talan û diziyê Efrîn hat dagirkirin'   E.O. di nav gotinên xwe de bal kişand ser şerê berjewendiyan jî û wiha dirêjî da axafitina xwe:" Li Efrînê û hemû gund û navçeyên wê  komên girêdayî dewleta tirk ji bo peran xwe bi xwe radibûn hev û bi hev diketin.  Çeteyên ku Efrînê dagir kirine tenê ji bo talankirin û diziyê Efrîn dagir kirine.  Malên sivîlan li pêş çavên wan talan dikin. Ji ber ku êdî min nema karibû di nav wan de bijî ez ji Efrînê reviyam û ji bo ku li kêleka gelê  xwe bijîm min berê xwe da Kantona şehbayê."   Di dawiyê de E.O. wiha got:" Efrîn Efrîna me ye. Me bi hezaran şehîd li Efrînê dan.  bila Erdoxan û komên xwe nefikirin ku wê  di Efrînê de bimînin.  Raste em niha li Kantona Şehbayê ne lê baweriya me bi şervanên azadiyê heye ku di demek nêz de Efrînê rizgar bikin û em jî  vegerin Efrîna xwe."   https://www.youtube.com/watch?v=tAt-SNqbqBE&feature=youtu.be