Zeynep hat girtin Mala cemê ya Armutlu nîvco ma 2018-08-20 09:20:29   STENBOL -  Seroka Mala cemê ya Armutlu Zeynep Yildizim ku ji bo çêkirina mala Cemê ya Armutlu temam bibe kedek mezin da di 27’ê Tîrmehê de hat girtin û înşat nîvco ma.   “Ev 3 sal û nîve em hewl didin vê mala cemê çêbikin. Ji ber cih nedan me mala cemê ya ewil bi terza şevneşînekê de çêkir.  Di vê mala cemê de dersxane, ji bo zarokan ders, kar û barên cenazê û qadek civakî wê hebe. Ji bo em baweriya xwe baş bijîn em vir çêdikin’. Ev gotin aydê seroka Şaxa Sariyer a Stenbolê ya Komeleya Pîr Sultan Abdal ya di 27’ê Tîrmeha 2018’an d eli mala xwe ya li taxa Kuçuk Armutlu de hat girtinê ye. Piştî girtina Zeynebê jî înşata Mala Cemê ya Kuçuk Armutlu nîvco ma.   Dayika Zeynebê, Kezban Bektaş ya 90 salî bertek nîşanê girtina keça xwe da û diyar kir ku ji bo keça wê bê berdan wê têkoşîna xwe bidomîne.   Kezbanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Keça min di 1988’an de hat vê taxê û ji wê rojê heta niha li vire. Ji bo vê taxê û Elewiyan têkoşîn dida. Ma Elewîbûn sûce. Çima keça min girtin ez nizanim. Parastina mala cemê sûc e. Wê demê ez jî sûcdarim.   Kezbanê her wiha bang kir ku divê her kes piştgiriyê bidin wan û wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim keça min bê berdan. Li her derê mizgeft hene û tên keça min digirin. Ji ber ku mala cemê çêdike. Çawa Zeynep hat girtin mala cemê nîvco ma.”