Leyela Sedûn: Divê jin di nava kar û xebata civakî de bin 2018-08-18 11:00:04   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO – Leyla Sedûn a ku ev 5 sal in cil û bergên bale difroşe bi hatiniya ji van cil û bergan debara xwe dike û bi xwe debara xwe dike. Leylayê bang li hemû jinan kir ku divê wekî kes di nava civakê de cih bigirin û bi xwe debara xwe bikin.    Jina bi navê Leyela Sadûn a 40 salî ya  ji bajarê Qamişloyê ye, ev 5 sal in ku  wê ku dikana cil û bergên bale vekiriye û pê debara xwe dike.  Leyla dibêje ku armanca wê  ji vekirina dikanê ew e ku  aboriya xwe baş bike, xwe û zarokên xwe xwdî bike û wekî kes di nava çar dîwaran de nemîne.   Leyla Sadûn li ser kar û barê ku dike ev tişt got;“Ji ber ku jiyana me ji aliyê aborî ve zehmet derbas dibû, lewma min biryar da ku ez  kar bikim. Ji bo ku ez zarokên xwe xwedî bikim. Ji ber vê yekê jî min dikana cil û bergên bale. Di destpêkê de min cil li malê difrotin, Paşê min projeya xwe mezin kir û min dikanek vekir.  Ji bo ku ez ji nav çar dîwaran jî derkevim û ez karibim pêwistiyên xwe û zarokên xwe bi xwe pê bînim.”   'Ji bo di nav çar dîwaran de nemînim'   Leylayê, li ser serkeftina projeya xwe ya vekirina dikana cilên bale û başbûna rewşa xwe ya aborî jî ev tişt got: “Piştî ku projeya min bi ser ket, hevjînê min jî niha bi min re kar dike û niha me dukanên xwe kirin dudu. Yek ji bo mêra yek jî ji bo jinan e. Hevjînê min jî li kêleka min cilê zilaman difroşe, ez jî cilê jinan difroşim. Ev 5 sal e ku em vî karî dikin.    'Tevlibûna nava kar a civakî jinan pêşve dixe'   Leylayê derbarê xebata jinê ya di nava civakê de jî wiha got,“Dema ku min dest bi firotina cil û bergên  balê kir, ez pê gelek serbilind bûm.  Dema ku mirov ji malê derdikeve û kar dike, mêjiyê mirov jî ve dibe. Hem jî mirov hînî rêbazên dan û standina bi kiryaran re jî dibe.”    Leylayê bang li tevahiya jinan kir ku di nava kar û xebata civakî de cih bigirin û debara xwe bi xwe bikin.