Lêçûna bazarê ya sala borî 40 TL bû îsal 100 TL ye 2018-08-17 09:41:09   Safiye Alagaş   STENBOL- Mukaddes Aslan diyar kir ku yên herî zêde ji krîza aborî bi bandor dibin jin in û got: “4 sal berê 10 lîra têrî manav dikir. Salek berê jî 40 TL têr dikir. Îsal 100 TL têr nake. Bi taybet ev 10 roj e her tişt buha bûye.”   Jina bi navê Mukaddes Aslan diyar kir ku ji ber krîzê gelek zehmetiyan dikşînin û ji bo zikê xwe têr bikin diçin bazarê û got: “Ger aboriya welat bidana destê jinan wê her tişt xweşiktir bûna. Divê di rêveberiya dewlet û aboriyê de jin hebin.”   Mukaddes ya kevaniya malê ye, bandora krîza aborî ya li ser mutbexê nirxand. Mukaddesê bi lêv kir ku krîzê bandor li ser hemû civakê kiriye û wiha got: “Bêguman mexdurên yekem jinin.Ji ber hemû debara malê jin digirin ser xwe. Mêr dixebitin, tînin malê û nabêjin ka ev têrî çi dike?Tenê dibêjin tune?Em jin jî heta êvarê difikirin ku ji ku kêm bikin.”   ‘Em tenê zikê xwe têr dikin’   Mukaddesê bi lêv kir ku çend sal berê kêm be jî lêçûnên xwe derdixistin û îro jî cesaret nakin biçin manav û wiha got: “Em biçin jî nikarin tiştekî bikirin. Em dest vala vedigerin. Em îro bi zor roja xwe xilas dikin. Hinek malbat nikarin pîvaz û kartolan jî bikirin. Hinek malbat ji neçarî du sê kîlo dikirin. 4 sal berê 10 TL têrî manav dikir. Salek berê jî 40 TL têr dikir. Îsal jî 100 têr nake. Em tenê bi zor zikê xwe têr dikin.”   ‘Zarok jî bi bandor dibin’   Mukaddesê destnîşan kir ku ew nikarin ji zarokan re jî tiştekî bikirin û got: “Em nikarin ji zarokan re jî tiştekî bikirin. Dibistan vedibe. Em dibêjin em lêçûnê wan bigirin. Zarokên me jî êdî wek mezinan difikirin ku lêçûnên çawa peyda bikin. Em naxwazin zarokên me mexdur bibin. Em dixwazin jiyanek bi kalîte û pêşerojek xweş ji bo zarokên xwe ava bikin. Zarokên me jî li bazarê hesabê ‘bihaye an erzane’ dikin.”   ‘Divê di rêveberiyê de jin cih bigirin’   Mukaddesê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ger aboriya welat bidana destê jinan wê her tişt xweşiktir bûna û divê di rêveberiya dewlet û aboriyê de jin hebin.