Jinên Til Temirê Amadekariya zivistnê dikin! 2018-08-16 10:11:39   Ronîda Hacî    TIL TEMIR – Jinên bajarê Til Temir ê Kantona Hesekê amadekariya zivistanê dikin û dibêjin: " Jina afrîner ji tinebûnê heyî dike."   Dayika bi navê Cemîla Mihemed (62) ku amadehiya pêdiviyên zivistanê dike û ji zarokên xwe re Reçela hejîran çêdike wiha dibêje "Ez her sal ji bo zivistanê reçelê ji zarokên xwe re çêdikim. Ji ber ku ji ya hazir hem erzandir û hem jî bi tendirûstî tir û xweştir e. Heriwia ez ne bi tenê reçel ez di heman demê mekdûs û Penêr jî çêkim ."   Cemîlayê diyar kir ku xwarinên bi keda destan tên çêkirin weştirin û ji ber vê jî ew hemû  pêdiviyên xwe yên zivistanê malzemeyên wan distînin  û bi destê xwe çêdikin û hiltînin.   Jina bi navê Bêrîvan Ismaîl (28)  ku ew jî Bacanên Reş û Bamiyan amae dike wiha dibêje "Bexçeyê me heye ,em rojane ji bexçe pêdiviyan wekî bacan, firingî, Bamiye , Milûxî û Îsotan diçinin û em ji bo zivistanê amade  dikin."   Bêrîvanê di dewama axftina xwe de ev  tişt got "Bacanên reş  dikolim û hişk dikim.  her wiha Bamiyeyan jî  bi dar vedikim heta ku hiş bibin. Di zivistanê de ev zebze tine ne û ger hebin jî pir buha ne û ne xwezayî ne.  Ji ber wê jî em niha amade dikin ku di zivistanê de li gel me peyda bibe û ji bo xwe bikin xwarin. "   Bêrîvanê di dawiya axftinan xwede wih got "Ez bawer im her jinek ji bo zivistanê amadekariya xwe dike.  ji ber ku jin afîrînerin  û ji tinebûnê heyî dikin. "   Jinên pêdiviyên zivistanê amade dikin ji bo ku bi kêfxweşî zivistana xwe pêşwazî bikin.