Ji şervanên kurd ez fêrî azadiyê û jiyana bi rûmet bûm 2018-08-15 09:05:30   Rûken Goman   DÊRIK - Jina Misrî Nihmet Tewfîq a ku  bi xapandina hevjînê xwe tevlî  çeteyên DAIŞ'ê bû, piştî ku hat rizgarkirin  dibêje" Bi naskirina jinên kurd re  ez fêrî  wateya azadiyê û jiyana bi rûmet bûme."    Nihmet Tewfîq jina 30 salî ku ji welatê Misrê tevlî çeteyên DAIŞ'ê bû ye, piştî ku hevjînê wê zarokên wê revandin û ew mecbûrî tevlîbûna nav çeteyên DAIŞ'ê kiriye ye.  Nîmet a ku bi destê hişmendiya mêr tevlil çeteyan bû piştî rigar bû çîroka xwe ji me re vegot.      Nihmet Tewfîq destpêkê  jiyana jinê ya li Misrê  û zehmetiyên wê anî ziman û wiha got: " Dema şerê Misrê dest pê kir me jinan gelek zerar dît him ji milê peyidakirina derfetên kar û debara jiyanê, him jî di warê  meyizekirina civakê ya li jinê. Ji ber ku civaka em lê dijiyan tu mafê jinê tune bû. Wekî ku hûn jî dizanin civaka baviksalar a misrê bi tecawizkirinên jinan gelek caran ketiye rojevê.   ji bo wê jî tim jin wekî  amûrê  cinsî tên didîtn.    ' Hevjînê min zarokên min revandin û  mecbûrî DAÎŞ kirim'    Di berdewamiya axvtina xwe de Nihmet  behsa jiyana xwe bi hevjînê xwe re kir û wiha domand: "  Hevjînê min li Tirkiyeyê dixebitî.  Dema  min nexwesit ez li Misrê êdî bimînim ji ber rewşa şer , tevli zarokên giheştim tirkiyê gel hevjînê xwe.  Hevjînê  min hin kesên nêzî DAÎŞ'ê yên li Tirkiyeyê nas dikirin.  Lê min qet nizanîbû ku ewvqas nêzî wan e.  Rojekê got em ê biçin Sûriyeyê, min pir israr kir ku ji bo em neçin. Ji  ber ku her kes dizane li Sûriyê şerekî giran heya. Ez hatim asta ku bixwazim min berde.  Wê demê zarokên min bi zorê ji min girtin û ew birin  Sûriyê ez mecbûr mam bi wan re biçim.  Ji ber pasport û pereyên min hemû dizîn  ji bo ku ez nikarîbim vegerim Misrê. Ez xapandim û em birin  Sûriyê  heyanî dema em deras bûn min nizanî em li kudera Sûriyê ne jî.   Min şoq derbas kir lê riya vegerê nema hebû.   'Tirkiyê alîgirê DAIŞ'ê ye'     Niham da zanîn ku jiyana li gel DAIŞ'ê pir bi zilim bû û wiha  dirêjî da axafitna xwe" Dema em ketin nava DAÎŞ'ê jiyaneke pir zehmet û tûnd me jiya. Heta ji jiyana li Misrê zahmetir bû.  Kuştin, tecawizkirin, işkencekirin , koletî û her rengên deshilatdariyê yên ku mirovan tûne dikin li gel wan hebû.  Gelek caran min dixwesit ez birevim lê her carê leşkerên tirk ji ser sînor min vedigerandin. Wekî din jî tu rê tune bû .Dema ku me berê xwe dida kesipkaran wan jî em dixapandin û pereyê me dibirin.  Bila herkes bizane ku Tirkiyê alîgirê DAÎŞ'ê ye û gelek çete derbasî sûriyê dikirin û ew bi çek dikirin ji bo şerê kurdan  bikin."   'Ji şervanên kurd ez fêrî azadiyê bûm'      Nihmet destnîşan kir ku piştî rizgarkirina wê ji destê DAIŞ'ê êdî ew jineke xwedî hêz  û biryar e û wiha got: " Hevjînê min di şerê Tepqayê de hat kuştin, piştî kuştina wî ez  bêhtir bi  hêz bûm.  Min dixwesit tenê ez ji DAÎŞ'ê xelas bibim.  i rizgarkirina bajarê tebqayê re şervanên QSD'ê di nava sivîlan de em xelas kirin.  Tevî min tû carî kurd nas nedikirin jî ez kêfxweş bûm. Ez ji kurdan fêrî wateya  azadiyê  û jiyana bi rûmet  bûm.  û heqîqeta şervanên kurd yên  ji bo mirovahiyê şer dikin min naskir, ez pir kêfxweş im li gel wan ,ez niha tenê dixwezim jiyaneke azad bi zarokên xwe re bijîm û dûrî hemû civakên deshilatdar bikevim."