Li Kobanê zarok li Keskesora Alan tên bicihkirin 2018-08-12 10:27:26   Îlham Eloso   KOBANÊ - Mala zarokên bê kes ya bi navê Kesksora Alan ku ji aliyê Weqfa Jina Azad a Rojava ve hatiye vekirin, heta niha  herî kêm 31 zarok derbasî malê kirine. Rêvebira malê diyar kir ku heta zarok bibin xwedî jiyaneke baş ew ê ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin.    Li Kantona Kobanê ya Herêma Firatê bi alîkariya gel, Sazî û rêxistinên mafên Mirovan Malake ji zarokên bêkes re ji aliyê Weqfa Jina Azad  a Rojava ve hat vekirin. Li mala ku hatiye vekirin hata roja îro 31 zarok li  vê malê hatine bicihkirin. Zarokên ku wê li  vê malê bijîn bi giştî yên bê dê û bav in.      Divê mala ku ji bo zarokan hatiye vekirin  de wê ji bo zarokan bi zimanê wan ê dayikê, çi kurdî erebî û zimanekî din ku pê diaxivin perwerde bê dayîn. Herwiha ji bo pêşeroja zarokan wê bi zimanê ingilîzî jî perwerde bê dayîn. Mala ku hatiye vekirin dikare bi giştî 300 zarokan di nava xwe de bihewîne.  Li malê di heman demê de wê ji bo zarokan xebatên hunerî jî bên kirin û perwerdeya werzîşê jî bê dayîn.    'Dê zarok ji bo pêşerojê bên amadekirin'   Di derbarê 31 zarokên ku  derbasî mala sêwiya ya Herêma Firat, Cizîr û Efrînê  de Rêvebira Malê Fîdan Dirêî axivî û diyar kir ku ev mala bi navê Keskesora Alan ji aliyê Weqfa Jina Azad ve hatiye vekirin û wê zarok di vê malê de ji bo di pêşerojê de bikaribin li ser piyên xwe bisekinin bên amadekirin.  Fîdanê di dirêjiya axaftina xwe de wiha  got:" Îro bi dehan zarok ji Cizîr û Efrînê gihîştin me û me weke mala Keskesora Alan zarok hembêz kirin. Ji ber komkujiyên ku pêk hatin gelek zarok bê dê û bav man. Ji ber vê jî me xwest ku cihekî zarokên bê dê û bav ji bo ku xwe bêxwedî nebînin ava kir."    'Em ji bo vê malê ji her kesî alîkariye dixwazin'   Fîdanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got " Me du avahî avakirin yek ji bo cihê xwarin û razanê yek jî  ji bo perwerdeyê û fêrbûna kompîturê  ye.  Me bi vê xebatê armanc kir ku zark ji civakê neyên qutkirin. Lê ya herî girîng niha pêdiviya me bi alîkariyê heye em alîkariyê ji kesên ku karibin bi mere bibin alîkar yên wekî rêxistinên mafên mirovan û her wekîdin dixwazin.  Em hêvîdar in ku ev sazî û dezgeh bi me re bibin alîkar ku bi awayekî hêsan karibin li van zarokan xwedî derkevin."