Leyla: Ez tu car şûnde gavê navêjim 2018-08-11 09:11:36   Zehra Dogan   AMED- Belavkara rojnameyê Leyla Yildiz a ku bi nasnavê Eta  Rojbaş a Amedê jî tê naskirin  wiha got: “Ez girtî me lê hevalên min li derve rojnameyan digihînin gel. Ez tu car şûnde gavê navêjim. Dibe bedena me hatibe girtin lê fikrên me tu caran nayên girtin.”   Di dîroka çapemeniya kurd de yên herî zêde kedê didin belavkarên rojnameyan e. Belavkara rojnameyê Leyla Yildiz der barê girtin û pêkanînên di dema xebatê de ku jiyane axivî.   Leylayê bi lêv kir ku piştî temenekî şûnde wek her ciwanek kurd rewşa xwe di ber çav re derbaskiriye û wiha got: “Vê ez ber bi heqîqetê ve birim. Ez di çapemeniya azad de xebitîm û gel girîngiyek mezin dida me. Piştî demekê min tax hemû nas dikirin û ez dibûm mêvanên wan. Ji ber ku  me ji bo wan karê girîng dikir. Me rastî digihand ber destê wan.”   ‘Her sibehê bi kulîlkan dihatim pêşwazîkirin’   Leylayê destnîşan kir ku gel eleqeyek mezin nîşanê wan dida û wiha got: “Aboneyek min hebû. 17 sal bû abone bû. Her sibeh min bi kulîlkan pêşwazî dikir. Min jî rojname didayê. Çay dida min. Çavên wî nedidît. Dema ez neçûbama mereq dikir. Dema me dereng rojname dibir gel em rexne dikirin. Gel bi standina rojnameya xwe têkoşîn dida.”   ‘Ez girtîme lê hîna li qadê me’   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew kolanên Amedê yek bi yek dizane û wiha got: “Ez girtî me lê li derve bi dehan hevalên min rojnameyê digihînin gel. Di vî alî de dilê min rehet e. Min sibehan bi bîsîkleta xwe bi gotina Roj Baş rojname belav dikir. Ji ber vê zarokan navê min danîbûn  Eta Rojbaş. 3 sal, mehek û 15 roj cezayê min hat erêkirin.  Di 11’ê îlonê de dîsa runiştina min heye. Ez tu car şûnde gavê navêjim.”