Jin bi kedek kolektîf ji bo zivistanê xwe amade dikin 2018-08-07 09:07:53   Hîkmet Tunç   WAN - Li Wanê jinan bi komkirina mişmişan dest bi amadekariyên zivistanê kir û ji mişmişên ku paqij dikin, bastik û rîçal çê dikin û her wiha ji bo xoşafê jî hişk dikin. Jinan balkişand ser krîza aborî û got ev amadekarî kêm be jî wê wan ji krîzê xilas bike.   Li herêma Serhedê jin ji bo zivistana dirêj dest bi amadekariyan dikin. Li taxa Kurubaş a Artemît a Wanê jin mişmişên li baxçeyan kom dikin û ji bo rîçal, bastik û xoşafê cuda cuda amade dikin.   ‘Rojê herî kêm 5 mişmiş divê bê xwarin’   Saniya Pulat diyar kir ku ew di saetên sibehê de bi jinên taxê re dest bi kar dikin û wiha got: “Em mişmişên baxçeyan tu car derman nakin. Mişmişên me li gorî yên piyasayê biçûk in lê tehma wan pir xweş e. Ji ber vê em ji mişmişan bastik û rîçal çê dikin. Her wiha em xoşafê çê dikin. Ligel vê em dikin gelek xwarinên din.   Saniyeyê her wiha got divê rojê herî kêm 5 heb mişmiş bên xwarin.   ‘Îro ji me re sibehê ji cîranan re’   Esmer Kumlî jî got ew jin bi îmecê kom dikin û ji vê piştevaniyê pir kêfxweş in û got ew îro ji cîrana xwe re hatiye alîkariyê bike û sibehê jî cîran jê re alîkariyê dikin û got ji ber vê her karê wan jî bi bereket e. Esmerê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser krîza aborî û got divê her jin ji baxçeyên xwe bi sebze û fêkiyên kom dikin amadekariya zivistanê bikin.