S.T ya rastî şîdeta sîstematîk hat: Çare ne întîxar e, berxwedan e 2018-08-02 09:04:13   WAN - S.T ya bi salan ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat, got: “Divê çareya tu jinê li dijî şîdetê ne întîxar be. Berxwedan çareseriya herî mezin e. Yan jî jinek rastî heman tiştî bê divê hûn ligel wê cih bigirin.”   Jina bi navê S.T ya 52 salî  di salên 90’î de ji aliyê bav û apê wê ve tê xwestin bi zor bê zewicandin. S.T di encama zextên apê xwe de bi zor tê zewicandin.    S.T bi hevjîn û malbata hevjînê xwe re neçar dimîne koçî Mersînê bike. S.T şîdeta sîstematîk a her tim dîtiye wiha vedibêje: “Zewac ji bo min travmayek mezin bû. Em di xaniyekî du ode de herî kêm 25 kes diman. Ji ber derfetên kêm ên aboriya bi şer re derket holê mêran nikaribû kar bibînin. Ji ber nikaribûn li malbatê binêrin her tim li jinan şîdet dikirin. Ez tenê yek ji wan im. Her cara hevjînê min şîdet li min dikir, min digot çima tu wisa dikî. Wî jî digot ez ji bavê xwe, dayika xwe hêrs bûme, êşa wê ji te derdixim. Di sala duyem a zewacê de zarokê min hat cîhanê.”    ‘Mala min ji bo min dojeh bû’   S.T destnîşan kir ku di alî aborî, civakî û derûnî de pirsgirêkên mezin jiyaye û got di serî de jî şîdeta sîstematîk tê. S.T ev tişt daxuyand: “Piştî ez zewicîm şûnde bavê min mir. Dayika min jî dan kesekî din. Tu cihekî ez biçim nemabû. Rojekê ji ber şîdeta hevjînê xwe ez ji ser hişê xwe çûm. Hatim ser hişê xwe min mal terk kir. Ez heta derengiya şevê li kolanan geriyam. Cihek tunebû ez biçim. Ez vegeriyam mala xwe ya ji bo min wek dojehê bû.   ‘Divê çareserî ne întîxar be’   S.T anî ziman ku ji ber şîdeta mêr gelek jin întîxar dikin û got wê jî sê caran hewl daye întîxar bike û wiha pêde çû: “Lê tu fêdeya wê tune ye. Di nav demê de zarokên min mezin bûn. Êdî ew li hember bavê xwe disekinin. Întîxat ji bo me wek çare tê dîtin. Lê hişê min ê niha ba, ez ji birçîna bimirama jî min ê ew terk bikira. Divê çareya tu jinekê ne întîxar be. Divê jin alîkariyê bidin hev. Ji ber mirov bi hev re xurt in.”