Êşa zarokên xwe bi têlên saza xwe tîne ziman 2018-07-27 09:09:06   AMED - Murvet Demîr a gundê wê hat şewitandin û hat koçberkirin, du zarokên xwe di şer de winda kiriye û êş û kêfxweşiya xwe ev 12 sale bi saza xwe tîne ziman. Murvetê ji bo her zarokekî xwe stranek nivîsiye.   Murvet Demîr ku gundê wê hat valakirin û hat koçbekirin, zarokên xwe jî di şer de winda kiriye. Murvet êşa zarokên xwe  bi stranan tîne ziman. Murvet a ji gundê Fîrdews a Licê ya Amedê ye, di 1988’an de neçar dimîne koçî amedê bike. 4 zarokên Murvetê li dijî zextan biryar didin tevlî PKK’ê bibin. Murvet piştre di demên cuda de agahiya du zarokên xwe digire ku jiyana xwe ji dest dane. Murvet ji bo rojeva siyasî bişopîne biryara xwendin û nivîsandinê dide.   Murvet ku li dijî mirinan berê xwe dide hunerê, piştre noteyan hîn dibe û dest bi saz û stranan dike. Murvet hem saza xwe lê dide û hem jî stranan dibêje. Murvet diyar dike ku saz heval û dosta wê ye.   ‘Gotinên min bi sazê watedar dibe’   Murvet diyar dike ku piştî demekê hînî saz dibe û wiha berdewam dike: “Yekane hevala min saza min e. Ez hemû derdê xwe bi saza xwe re parve dikim. Ez pê re sohbetê dikim. Ez hem pê re digirîm hem dikenim. Saza min ji bo min gelek girîng e. Saz wek pirtûkê ye.”   Murvet a 12 sal e li sazê dixe, ji bo her zarokekî xwe jî stranek nivîsiye. Murvetê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku huner ji bo wê gelek girîng e û got divê jin bi hunerê re eleqeder bibin tiştên jiyane bi saza xwe bînin cem hev.