Kolanên Sûrê ji çopê derbas nabe 2018-07-23 09:06:09   AMED - Li Sûrê pirsgirêka çopê didome û gel her tim li dijî vê bertekên xwe tîne ziman, li gorî qeyûm jî navçe bandorek mezin li turîstan dike.   Pirsgirêka çopê ya li navçeya Sûrê ya Amedê berê jî bi dehan carî hatibû rojevê. Şaredariya Sûrê ya ku qeyûm tayînî wê bûye, bi hefteyane ji kolanan çopê kom nake. Welatiyan bertek nîşanî rewşê dan.   Hilweşîn û înşeat   Piştî pevçûnan li 6 taxan hilweşîn û avakirina avahiyan didome û di bin navê projeya ‘veguhestina bajarvanî’  li taxên Alîpaşa û Lalebey çêkirina avahiyan didome. Li navçeya ku ewil rê û piştre dukan hatin hilweşandin, piranî cihên dîrokî jî hîna ji serdanan re girtiye.   Birca Bizinê hîna girtiye   Navçeya ku kolanên wê yên dîrokî ji ber çop û bîhnê mirov nikarin biçin, li bende paqijiyê ye. Gel bertek nîşanî rewşê da û got şaredariyê ji wan re gotiye ‘ma em paqij dikin hûn nabînin’. Her wiha Birca Bizinê jî hîna ji serdanê re nehatiye vekirin.   ‘Zarok ji ber çopê nalîzin’   Sabahat Durmuş a li Taxa Îskenderpaşayê rûdine diyar kir ku divê demildest ev çop bên komkirin û got ji bîhnê nikarin ji kolanê derbas bibin û zarok jî ji ber çopê nikarin bilîzin. Sabahatê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên qeyûm da û got her roj dibêjin me wisa kirin lê her tişt derew e û tenê cihên tên dîtin paqij dikin.