Pisporan hişyar kir: Xwe ji rojê biparêzin 2018-07-12 09:05:57   AMED - Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî diyar kir ku wê germahiya hewayî ji germahiya demsalî cudatir be û got ji bilî rewşên lezgîn divê dernekevin derve û xwe ji rojê biparêzin.   Li Amedê germî li ser rêjeya normal a demsalê dimeşe. Li bajar germahî digihêje 41-42 derceyî.  Ji ber germê welatî xwe diavêjin qadên şînahiyê. Hevseroka SES’ê Gonul Adibellî  li ser bandora hewaya germ û tîrîjên bi zirar ên rojê hişyarî kir.   Dibin sedema nexweşiyan   Gonulê bi lêv kir ku li dijî germahiya mezin divê gel xwe ji rojê biparêze û germahiya rojê dibe sedema hinek nexweşiyan, bi taybet divê nexweşên tansiyonê dernekevin derve. Gonulê anî ziman ku herî zêde kal, pîr û zarok ji germahiyan bi bandor dibin û wiha pê de çû: “Di navbera 12.00 û 14.00’an de divê zarok, kal û pîr dernekevin derve. Divê cil û bergên pembo û spî bê lixwekirin, av bê vexwarin û kremên ku mirov ji tavê diparêze bên bikaranîn. Divê rojê herî zêde 3 lître av bê vexwarin.”