Vesîleya şahida Licê salên 90’î vegot 2018-07-07 09:16:25   AMED - Bajarê Licê yê ku polîtîkayên zilm û îşkenceyê ya dewletê lê zêde hat jiyîn, çîroka hezaran jinî jî dihewîne. Yek ji xwediyê van çîrokan jî Vesîle Yîtel e û wiha got: “Her kesên tên dixwazin Kurdan tune bikin. Lê rewşa hemûyan diyar e.”   Yek ji cihên li dijî polîtîkayên zext û îşkenceya dewletê serî netewandiye navçeya Licê ya Amedê ye. Li Licê 5 hezar gund hatin şewitandin û bi hezaran kes li malên wan hatin înfazkirin.   Vesîle Yîtel a 80 salî jî ku şahidiya şewitandina Licê kiriye got ew nikare zilmê vebêje lê piraniya wê jî ji bîr kiriye. Vesîleyê daxuyakirin ku 45 salan rastî zilma dewletê hatine û heta niha jî ev zilm didome.   ‘Sînorê zilmê tune bû’   Vesîleyê destnîşan kir ku sînorê zilm û îşkenceya dewletê tunebûye û wiha pê de çû: “Em tenê dizanin me çi zilm dîtiye. Ber bi êvarekê bi ser mala me de girtin. Îşkenceya li me hat kirin li kesî nehat kirin. Bûka min, hevjîn û kurê min birin. Em sê mal rastî îşkenceyan hatin. Em diçûn hevdîtina wan lê me nedidîtin.”   Vesîleyê şeva ku Licê hat şewitandin jî vegot û got her kesê li gund anîn cem hev, li ber qerekolê kom kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalek li nêzî qerekolê vedan. Gotin wê me hemûyan bavêjin çalê. Min xwe bi awayekî ji destê wan derxist. Hatin dîsa ez birim. Her tiştê me şewitandin. Ew şev tê bîra min ez hîna jî dikevim xofê. Kurê min girtin 12 sal ceza danê. Niha jî kes bêyî sûc tên girtin. Min 45 salan ji dewletê zilm dît. Ev zilm wê heta ku derê bidome. Her kesên tên dixwazin ku Kurdan tune bikin lê rewşa wan a niha diyar e.”