Li gel banga sibehê radibin û berê xwe didin zozanên herî bilind 2018-07-03 09:01:44   Zeynep Durgut   WAN - Li Kurdîstanê bi hatina demsala havînê re bêrîvanên Serhedê berê xwe didin zozanan. Li Serhedê li hemberî hemû qedexeyan dîsa jî jin diçin li zozanên herî bilind pez dişon.     Li  Serhedê ji sedî sed gel li zozanan bi xwedîkirina pez debara xwedike. Li gundê girêdayî navçeya Westanê gundê Darînîsê bêrîvan li gel banga sibehê radibin û berê xwe didin zozanên herî bilind. Her çiqas zozanên herî bilind hatibin qedexekirin ji jin dîsa qedexeyan nas nakin û bi klamên xwe qedexeyan têk dibin.    Stranan xatirê xwe ji rojê dixwazin   Ji bêrîvanan Nezahat Kaplan anî ziman ku ew bi salane bêrîvaniyê dike û got ku ew bi derfetên herî kêm xwe digihîjin zozanên herî bilind û wiha axivi;”Ez demeke dirêj e bêrîvaniyê dikim. Bêrîvanî kedeke pir mezin dixwaze. Li gel banga serê sibehê em radibîn û heyanî êvaran di bin tavê de em pez dişon. Li vê heremê herkes bi pez xwedîkirinê debara xwe dike. Bi rastî mirov pir diweste lê dîsa jî mirov bi dîtina zozanan pir zêde kêfxweş dibe. Em li van zozanan mezin bûne. Em bi keda xwe heyanî vê astê hatine. Em zehmetiyê dikşînîn, lê li hemberî hemû nêyiniyan pez xwedîkirin kêfxweşiyeke pir cuda ye. Em dixwazîn herîn zozanên xweştir lê ji ber qedexeyan li ku derê nêz be em pezê xwe li wir diçerînîn. Em hem serê sibehê, hem jî piştî nîvro pezê xwe dişon. Piştî dotina pez em bi stranên ku dibêjin vedigerîn gundên xwe.”   ‘Ez ji bêrîvaniyê pir hez dikim’   Sabriye Kaplan jî bi lêv kir ku ew bi xwedîkirina pez debara xwe dikin û got ku kêfa wê pir ji bêrîvaniyê re tê û wiha got:”Bêrîvanî aramiyeke cuda dide mirov. Mirov ji her perçeyeke xwezayê sûdê digire. Gava ku em jin serê sibehê tên em bi hev re stranan dibêjîn. Stran jî kevneşopiyeke bêrîvaniyê ye. Em heyanî êvarê pir diwestin, lê dîsa jî ez bi bêrîvaniyê re pir  kêfxweş im.”   ‘Jin pez dişon, mêr berxan diqusînin’   Ji bêrîvanan Medîne Kaplan jî diyar kir ku wan bi hatina demsala havînê re berê xwe daye zozanan û wiha berdewam kir;”Li Kurdîstanê her hatina demsala havînan em li zozanan bêrîvaniyê dikîn heya demsala zivistanê. Demsal diguherin lê xebata me naguher e. Mîna moriyan em bi şev û roj dixebitîn. Ji xebatê mirov kêfxweş dibe. Ger ku mirov bixebite mirov xwe baş hîs dike. Bi saya bêrîvaniyê em her kevirek, avek û ji zozanek Kurdîstanê sûdê digirîn. Niha Ji ber ku   dema berxbiran hatiye, mêr kare qusandina berxan  dikin, em jî pez dişon. Piştî dotinê jî em êvarê bi sitranan   vedigerîn malê.”