Axkolka ji bo şebekeya avê bê tamîrkirin hat vekirin xeteriyê belav dike! 2018-07-01 10:37:58   MÊRDÎN - Şîrketa peywirdar ku ji bo şebekeya ava Nisêbînê tamîr bike axkolik veda axkolka ku vekirî ma xeteriyê belav dike.   Şîrketa peywirdar ku ji bo şebekeya ava Nisêbînê ya li Taxa Şoreşê tamîr bike axkolik veda û ev meh û nîveke ku ev axkolik vekiriye. Axkolka ku kurahiya wê metre û nîvek e û hundirê wê tijî av e xeeteriyê belav dike.  Welatiyên ku bertek nîşanî vê helwesta şîrketê dan diyar kirin ku ewlehiya canê zarokên wan tune ye û roja berê jî zarokek ketiyê vê axkolka bi avê tijî.   Nayê zanîn ku wê axkolka xeteriyê belav dike kengî ji aliyê rayedaran ve bê girtin.