Kolanên dîrokî yên Sûrê ji gelaşê re mane 2018-07-01 10:25:40   AMED - Şaredariya Sûrê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ev 2 meh in kolanên sûrê paqij nake û ji gelaşê re hiştine. Niştecihên Sûrê bertek nîşanî ve helwesta qeyûm dan û gotin; "Dixwaze kîjan bedelê bime bide dayîn?"   Piştî ku li Tirkiyeyê OHAL hat îlankirin û şûnde şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji partiyê hatin girtin û li şûna şarearên DBP'ê qeyûm hatin tayînkirin.  Ji van şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin yek jê jî Şaredariya Sûra Amedê ye. Qeyûmê ku di serî de saziyên jinan girtin û jin mexdûr kirin, niha jî kolanên dîrokî yên Sûrê ji gelaşê re hiştine. Welatiyên Sûrê ku ji ber gelaşa li kolanan nema dikarin tevbigerin bertek nîşanî qeyûm dan.   'Dixwaze bedela çi bi me bide dayîn'   Li Sûra ku hemû kolanên wê bi gelaşê tijî bûne niştecihên li navçeyê bertek nîşanî qeyûm dan û wiha gotin: "Dibêjin paqijî ji îmanê ye û hikûmet bahsa îmanê dike. Lê ji gelaşa li kolanên me diyar e ku hikûmet çi ji îmanê fam dike. Ji ber gelaşê em nema diwêrin di kolanan re derbas bibin.  Em ber dikanên xwe paqij dikin lê ew jî têrê nakir. Ev gelaş tenê derdorê qirêj nake wê di dema bê de bibe sedema nexweşiyên giran.  Çima kolanên me nayên paqijkirin dewleta bedela çi ji me dixwaze?"