Çîroka jinekê ya ji 92’an ber bi rêveberiya xweser: Vesîle 2018-06-29 09:05:51   MÊRDÎN- Vesîle Kaya ya 62 salî ku tevî nexweşî û temenê xwe li ser îfadeya şahidê veşarî 7 mehan girtî ma  şahida tiştên ji salên 90’î heta niha li Kurdistanê hatine jiyîne.   Vesîle Kaya ya 62 salî ji Newroza 92’yan heta niha têkoşîna xwe bê navber meşandiye 7 mehan girtî ma û hat berdan. Vesîle ya nexweşa şekir e ji ber îfadeya du şahidên veşarî di mijdara 2017’an de hat girtin û 7 mehan di girtîgehê de ma.   Ji bo di bin panzêrê de nemîne xwe avêt golê   Di salên 90’î de piştî gundê wan şewitî çûn Nisêbînê û şahidiya Newroza 92’an kir. Vesîle di salên 90’î de di bin çavan de rastî îşkenceyê hat. Vesîleyê wiha got: “Di Newroza 92’an de ez li Pira Şehîdan bûm. Li wir panzêran mirov dipelçiqandin. Ez jî ji bo di bin panzêran de nemînim min xwe avêt avê. Mêrekî ez ji avê kaş kirim. Em ketin kolanan. Me wisa xwe xilas kir. Ji wê rojê şûnde her şev bi ser mala me de girtin. Ez wê demê hîn ciwan bûm. min binçav kirin. 16 rojan di bin çavan de mam. Îşkenceya giran li min kirin.”   ‘Li zarokên min xistin’   Vesîleyê destnîşan kir ku bi salane heman zilmê dibînin û got ji ber qedexeyê neçar mane mala xwe terk bikin û wih agot: “Mala me xera kirin. Em çûn cihekî din lê em li Nisêbînê dîsa man. Me li cihekî din ji xwe re xanî çêkir. Di meha mijdarê de bi ser mala me de girtin. Ez ne li malê bûm. Lê li zarokên min û xizmên min xistin.”   Vesîleyê daxuyakirin ku çend rojan di bin çavan de maye û wiha got: “Ez şevek û du rojan li emniyeta Nisêbînê mam. Ez nexweşa şekir im. Di rojeê de 4 caran min birin nexweşxanê. Ji ber derman tunebûn ez ji ser xwe diçûm. Ez li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 7 mehan mam. Bi şertê kontrola edlî min berdan. Li girtîgehê mirovên 70-80’ê salî hene. divê ew demildest bên berdan.”