Krîtera welatê pêşketî ya Tayyîp Erdogan: Cemedank heye lê av tuneye! 2018-06-12 09:07:11   SEMSÛR - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan asta pêşketina welatekî bi girtina ‘cemedankê’ vegot, lê li gundê Yalankoz av tuneye. Ji ber gundê Kurd Elewî ye bi salane tê mexdûrkirin. Jinan diyar kirin ku alavên wan ên ceyranê heye lê av tuneye.   Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan  di rojên borî de di mîtînga Sakaryayê de got ‘heger cemedank bikeve her malê wê asta pêşketinê pêk were’ û li ser vê bertekên mezin hatin. Li Kurdistanê hîna bi sedan gund bê av in. Li gundê Yalankoz a navçeya Tut a Semsurê bi salane av tuneye. Yalankoz gundekî Elewî û Kurd e û 150 malê wê heye û 800 nifûs e. Gundiyan ji bo avê serî li şaredariyên Tut û Semsurê dane lê serlêdanan encam negirtiye.   Kaniya gund jî ji ber havînê bi ziwabûnê re rû bi rû ye. Rojê saetekê avê didin gund. Bi wesayîta agirkujê ava vexwarinê didin gund. Ji îlona 2017’an heta niha bi agirkujê av tê birin.   Di her hilbijartinê de soza avê tê dayîn   Zeynep  Kîlkemîr ku 16 sale li gundê Yalankoz dijî diyar kir ku her hilbijartin partiyên siyasî tên gund sozan didin lê piştre kes nayê û wiha got: “Tên dengan dixwazin û carek din nayên. Borî heta têketina gund anîn lê berdewam nekirin. Xeta avê şaş kişandine. Me gundiyan sondaj lê xistiye.  Av tê malan lê gelek qirêj e. Em ava bîdonan didin sewalan. Riyên me tunene lê pirsgirêka herî mezin av e.”   ‘Jin hemû derdî dikşînin’   Benazîr Bektaş a 28 salî jî daxuyakirin ku wê li gundê Yalankoz tu car av nedîne û wiha pê de çû: “Şaredariya Semsur û Tutê razemeniyê nakin ji bo gundê me. Borî heta dibistanê kişandine. Lê berdewam nekirine. Hemû derd jin dikşînin. Em li ser kaniya gund di rêzê de disekinin. Ji ber em Elewî ne, em Kurd in ji ber vê tiştek ji me re tuneye.”   Benazîrê bi lêv kir ku ew dengê xwe dide HDP’ê.   Songul Yildiz jî destnîşan kir ku ava gund têrî wan nake û cilên ku dişon jî paqij nabin û wiha got: “Ji ber av tuneye em her tiştî bi destan dişon. Çilşo heye, firoqşo heye, cemedank heye lê av tuneye.”