Koçer:Ji ber qedexeyan em nikarin pezên xwe li zozanên bilind biçêrînîn 2018-06-10 09:03:17   BEDLÎS - Li Serhedê bi germbûyina hewayî Koçeran berê xwe dan zozanên Kurdîstanê. Ji ber qedexeyên ser zozanên Kurdîstanê  Koçer îsal neçar mane û gotin ku ew ji ber qedexeyan nikarin pezên xwe bibin zozanên bilind biçerînin.    Her hatina demsala havînê koçer berê xwe didin zozanên Kurdîstanê. Li zozana Çorsîn Koçerên ku bi cih bûn ji ber qedexeyan îsal neçar mane û diyar kirin ku qedexeyên ser zozanan pezên wan bi aliyê neyînî bandor dikin.    'Emrê min li zozanên Kurdîstanê derbas bû'   Jina koçer Makbule Er anî ziman ku ew her hatina demsala havînê bi zehmetiyên mezin berê xwe didin zozanên herî xweş û wiha axivî;"Em ji Sêrtê hatine vir. Bêguman di her demsala zivistanê de em amadekariyên hatina demsala havînê dikîn. Em piştî zehmetiyên giran şûnde em xwe digihîjîn zozanên herî xweş û berfireh. Ji ber ku pezê me pir zêde heye. Divê em wan li cihên herî xweş biçerînîn. Min emrê xwe  hemû li zozanên Kurdîstanê derbas kir. Em her serê sibehê radibin, pezê xwe dişon û pişt re jî dest bi amadekariyên xwarinê dikin. Bi rastî zehmetiyên wê pir zêde hene. Lê ev zozane kêfxweşî û xweşiyeke mezin didin me. Ger ku baran nebare roja me pir xweş derbas dibe. Lê gava ku baran dibare em neçar dimînîn. Ji ber ku jiyana me ji derve ye. Ji agir heyanî xwarinê em ji derveyî çê dikin."   'Riya me li ku derê bi dawî bibe em li wir disekinin'   Makbuleyê bi lêv kir ku ew debara xwe bi pez xwedî kirinê dikin û got ku îsal ji ber ku li Kurdîstanê gelek zozan hatine qedexekirin ew neçar man û wiha got:"Min heyanî vî emrê xwe bêrîvanî kiriye. Kêfa min pir zêde li zozanan tê. Ji ber ku ji her tiştekî tu durî lê herî zêde jî mirov nêzî xwezayê ye. Ev çend sal in em têne zozanên derdora Tetwanê. Gelek salan jî riya me li ku derê bi dawî bibe em li wir disekinîn. Erdnîgariya Kurdîstanê pir berfireh û xweş e. Bi rastî mirov gava ku tê van zozanan mirov bir zêde bi aram dibe. Ji ber qedexeyan îsal pir derfetên me çênebûn em herîn herêma Colemêrgê lê dîsa ev der jî pir xweş in. "   'Mirov dikare heyanî emrê xweyê dawîyê li van deran bijî'   Seher Er(17) jî anî ziman ku ew ji zozanan pir zêde hez dike û got ku ew dixwaze temenê xwe li çiyayan di nav xwezayê derbas bike û wiha got:"Em her sal rêwîngên bajarekî ne. Ez her serê sibehê radibim. Kêfa min pir ji zozanan tê. Her sal ez jî bi malbata xwe re têm zozanan. Zozanên Kurdîstanê pir xweş in. Mirov vê aramiyê li bajaran nabîne. Ez serê sibehê radibim xwarinê amade dikim. Kêfa min pir zêde tê ez ji xwezayê re mijul bibim. Gava baran dibe em zehmetiyê dikşînîn, lê dîsa ev zozane bihûştin. Mirov dikare heyanî emrê xweyê dawîyê li van deran bijî."